Evîn Încîr: Divê Ewropa bo piştevanîkirina Rojava wekî Herêma Kurdistanê bike

Evîn Încîr: Divê Ewropa bo piştevanîkirina Rojava wekî Herêma Kurdistanê bike

.

A+A-

Endameka Parlamentoya Ewropayê eşkere kir ku, Parlamentoya Ewropayê dê sibe ji bo cara yekê li ser projeqanûnekê deng bide, ku dê şertan ji bo dayîna alîkariyê ji bo Sûriyeyê destnîşan bike û behsa rêzgirtina li mafê çarenivîsê Rojavayê Kurdistanê bike, biryara dayîna pereyî bê şert ji Şamê re jî wekî bêrûmetî li hember Kurdan binav kir, daxwaz jî kir ku Ewropa li ser piştevanîkirina Rojavayê Kurdistanê wekî Herêma Kurdistanê bike.

Endama Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, civînên vê dawiyê yên Parlamentoya Ewropayê bi giranî ji bo rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hatine terxankirin. Biryar e ku sibe biryar li ser projeqanûneka girêdayî wê mijarê bê dayîn, ku ji bo cara yekê ye bi vî rengî li Parlamentoya Ewropayê nîqaş li ser wê tê kirin.

Wê parlamenterê bi tundî biryara Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê Antonio Costas a terxankirina 620 milyon Euroyan wekî alîkariya bê şert ji bo Hikûmeta Sûriyeyê rexne kir.

Evîn Încîr herwesa got: Ev biryar bi tu rengan nayê qebûlkirin ji ber ku ew pereyê bacê yê gelê Ewropayê ye û ev pêngav li hember gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê bêrûmetî ye.

Wê di derheqa naveroka civîna sibe de jî ron kir ku, eger biryar li ser wê projeqanûnê bê dayîn, dê şert ji bo her alîkariyeka ji bo Sûriyeyê bê danîn. Şert jî rêzgirtina li qanûnên navneteweyî, mafên kêmaniyan û îtîrafkirina bi mafê çarenivîsînê li Rojavayê Kurdistanê ne. Tekez jî kir ku, divê Serokê Komîsyona Ewropayê pabendî wê projeqanûnê be.

Wê endama Parlamentera Ewropayê di pareka din a gotinên xwe de pêşwaziya pêşniyara Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham ji bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û hêvî kir ku Trump û Kongirêsa Amerîkayê wê bipejirînin.

Evîn Încîr herwesa bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku, pêngavên cidî ji bo parastina pêkhateyên Sûriyeyê biavêje û zextê li Hikûmeta Şamê bike da ku komkujî û tawanên li dijî Kurdan û pêkhateyên din têne kirin rawestîne.

Wê amaje jî da ku, piraniya Yekîtiya Ewropayê bi rêzdarî li Kurdan dinêrin ji ber ku eger Kurd neban, DAIŞ dê bigihîşta Ewropayê. Herwesa got: Em dê qebûl nekin ku tu serkirde an hikûmeteka Ewropwyî bêyî şert û haydariya parlamenteran biçe Şamê û lihevkirinê bike.

Evîn Încîr helwesta yekgirtî ya her çar parçeyên Kurdistanê li dijî Hikûmeta Şamê û bi taybetî rola Herêma Kurdistanê di wî warî de bilind nirxandin û ragihand ku, Herêma Kurdistanê roleka mînakî di piştgiriya Rojavayê Kurdistanê de nîşan da, lewma divê Yekîtiya Ewropayê ji Herêma Kurdistanê hîn bibe ku çawa piştevaniya wan kesan bike yên ku em ji terorê parastine.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin