Ev taxa Amedê ji çar bajaran mezintir e: Li muxtarekî digerin ku taxê bike navçe

Ev taxa Amedê ji çar bajaran mezintir e: Li muxtarekî digerin ku taxê bike navçe

.

A+A-

 

 Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) li asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê taxa herî mezin Taxa Bagcilarê ya navçeya Rezan a Amedê ye.

Nifûsa Taxa Bagcilarê nêzikê 200 hezar kes in û şêniyên vê taxê jî bi vê hejmarê pesnê taxa xwe didin.

Bi vê serjimêra xwe Taxa Bagcilarê ji bajarên wekî Kilîs, Gumuşhane, Baybûrt û Dêrsimê û ji 804 navçeyan jî mezintir e.

Li Amedê di bangeşeya hilbijartinên heremî de rikaberiya herî xurt û germ jî li vê taxê rikeberiya di navbera berbijêrên muxtariyê de derbas dibe.

Sûk û kolanên taxê bi afişên berbijêran hatine xemilandin.

Li gorî zanyariyan zêdetirî 100 hezar hilbijêrên taxê hene û heta niha nêzîkî 50 kesî xwe wekî berbijêrê muxtariya taxê eşkere kirine û kampîna xwe didomînin.

“Li Bagcilarê kêmasiyên me pir hene”

Berbijêrê muxtariyê yê Taxa Bagcilarê Orhan Sari got, “Li Bagcilarê kêmasiyên me pir hene.

Li Taxê pirsgirêkên tenduristî, ragihandin û ronahiyê hene. Bi taybet jî pirsgirêkên ragihandin û tenduristiyê gelek in.”

Hejmara hilbijêrên Taxa Bagcilarê ji hejmara hilbijêrên gelek bajar û navçeyan zêdetir e ji ber wê jî kare namzedên muxtariyê gelek zor e.

Her ji ber wê jî ew kampîna bangeşeyê gelekî şidandî digrin.

Ji wan yek jî muxtarê niha Şêxmûs Şirdenlî ye. Ew dixwaze careke din bibe muxtarê taxê û projeyên xwe yên nivcû mane temam bike.

“Ji bo kêmasiyên vê taxê em bûn namzed”

Berbijêrê Taxa Bagcilarê Mehmet Fatih Yilmaz sedema berbijêrbûna xwe wiha anî ziman:

“Ji bo kêmasiyên vê taxê em bûn namzed. Pisrgirêka ronahiya nav taxê heye, pirsgirêka parkan heye, pirsgirêka ewlehiyê heye.

Kêmasiya rêyan heye. Ji bo wê jî me got em dê alîkariya vê taxê bikin.”

“Em dê hîmê nexweşxaneyê deynin”

Berbijêrê Taxa Bagcilarê Şêxmûs Şirdenlî li ser projeyên xwe wiha axivî:

“Projeya me ya mezin divê bibe tax bibe navçe, xebata me dê ew be.

Ji bo ciwanan jî xwedê hez bike em dê xebateke mezin bikin. Ku ez werim hilbijartin û werim serê divê em himê nexweşxaneyekê deynin.”

Şêniyên taxê jî dixwazin ku muxtarek çalak were ser post û kêmasî û pirsgirêkên wan çareser bike.

Hilbijêr Abdulsamet Taş diyar kir, “Ku tax bibe navçe dê qeymeqamtî û şaredarî were, dê ji me re rehetî çêbe.”

“Pîrekên me newêrin bi şev derkevin derve”

Hilbijêr Çîgdem Barûtê got, “Gilêş e, pîsayî ye, gedeyên me nerihet dibin.

Pîrekên me newêrin bi şev derkevin derve, ronahiya taxê tine.

Em ronahî dixwazin ji bo taxê, em muxtarekî jêhatî ku ji heqê xwe derê dixwazin.”

Heta sere salên 2010an serjimara taxê derdora 10 hezaran bû lê niha tax her diçe mezintir dibe û pirsgirêkên jî zêde dibin

Ji ber vê rewşê hem daxwaza berbijêrên muxtariya taxê hem jî ya rûniştvanên taxê ew e ku taxa wan bibe navçe û wekî çar tax were dabeşkirin û projeyên xizmetguzarîyê werin zêdekirin.

Kaynak: Ev taxa Amedê ji çar bajaran mezintir e: Li muxtarekî digerin ku taxê bike navçe

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin