Esnafên Amedê bihabûna elektrîkê protesto kirin

Esnafên Amedê bihabûna elektrîkê protesto kirin

.

A+A-

 Esnafên Amedê li Kolana Hunerê ya Ofîsê fatureyên giran ên elektrîkê bi xwepêşandanekê protesto kirin.

Esnafên Kolana Hunerê ya Ofîsê, Endamên Komeleya Xweşikkirin û Parastinê ya Kolana Hunerê ya Ofîsê, li Kolana Hunerê hatin cem hev û daxuyaniyekî dan çapemeniyê.

Beşdaran di daxuyaniya çapemeniyê de daxwaz kirin ku ji bihabûna fatûreyên elektrîkê yên ku di demên dawî de hatine zêdekirin re çareseriyek bê dîtin.

Di çalakiyê de hat xwestin ku elektrîka esnafan ji aliyê dewletê ve bê dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku esnafên Amedê di rewşeke zehmet de ne û wiha hat gotin:

“Îro elektrîk wek nan, av û stargeh bûye pêdiviya bingehîn. Ne tenê elektrîk, pirsgirêka gihîştina enerjiya ku îro pêdiviya me pê heye ye, bi qasî ku negihîştina wek mafê perwerdehî û tenduristiyê girîng e.

Wek esnafên Amedê yên ku îro li vir kom bûne, tevî ku me karesata aboriya giran a pandemiyê he jî ji ser xwe neavêtiye, bi van bihabûnên elektrîk û gaza siruştî ji xeynî girtina kepenkan em çareyekê çareyeke din nabînin.

Ji ber faturayên giran ên ji dûrî aqilan, esnaf nikarin mûçeyên karkeran bidin, nikarin kiryên xwe bidin, nikarin pêdiviya herî bingehîn a nan jî bibi mala xwe.

 

Wêne: Rûdaw

Em bi cûdahiyek di navbera ka ezvê mehê fatûreyê bidim an kirê bidim re rû bi rû ne... Di demeke ku rewş wiha ye, van bihabûnên ku ji aqilan dûr in tên kirin, bi taybetî li ser esnafan bûye barek giran.

Di van demên dawî de ji xwe esnaf di rewşeke zehmet de ne, pandemiyê bandoreke mezin li esnaf û berhemnêrên me kiriye û di ser de jî zêdebûna elektrîk, gaza xwezayî û sotemeniyê ku pir zêde ye, di serî de bandorê li me dike. Esnafên me di warê îstihdamê de bi awyekî ciddî dibin piştgirî, eger wiha berdewam bike, dê di serî de karker ji karên xwe bibin piştre jî dê kargeh bêne girtin, ji ber ku her ku diçe barê esnafên me giratir dibe.

Ji vir di serî de wezîrê enerjiyê ve em bang li hikûmetê dikin. Yan hûn ê berjewendiyên 3-5 şîrketan biparêzin, an jî hûnê bi esnafên ku bi salan bac dane re bin. Yekser van bihabûnan vegerin,

karûbarê belavkirina elektrîkê ku ji aliyê kompaniyên taybet ve tên kirin bigrin ser xwe. Eger kompaniyên belavkirina elektrîkê nebin ên dewletê, ev yek zelal e dê pirsgirêka enerjiyê ji holê ranebe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin