Eşîrên Ereb: Yekane garantorê yekîtiya gelê Sûriyeyê HSD ye

Eşîrên Ereb: Yekane garantorê yekîtiya gelê Sûriyeyê HSD ye

.

A+A-

Eşîrên Ereb û Kurd ên li bajarê Çilaxa yê kantona herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo piştevaniya xwe bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nîşan bidin daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîra El Bo Şaban şêx Mihemed Îbrahîm Mehmûd ve hate xwendin û hejmarek ji rûspiyên eşîrên weke El Bo Şaban, Zubeyd, Cewala, Şerabîn, Seyda û Elîka tê de amade bûn.

Di daxuyaniya ku li pêşiya Encûmena bajarê Çilaxayê hate xwendin de hate gotin, li hember hewlên derxistina fitneyan û xîtabên nefretê yên gefan li mozaîka welat dixwîn ew bi HSDê re ne û hate destnîşankirin, "Yekane garantorê yekitiya gelê Sûriyeyê HSDê ye."

Hate diyarkirin, “Xelkê eşîrên bajarê Çilaxa û bajarokên wê li ser bingeha berpirsiyarên xwe yên niştîmanî, civakî û baweriya pêwîstiya bi parastina yekîtiya Sûriyeyê, ew bi fikar rûdanên vê dawiyê li Sûriyeyê dibin dişopînin. Berdewama parçebûna siyasî, hilweşîna debara jiyanê û nebûna çareseriyên bingehîn zehmetiyên gelê Sûriyeyê zêde dikin û gefan li mozaîka civakî dixwin.”

Eşîran ragihand ku ji bo misogeriya parastina Sûriyeyê ji siyasetên cudakirin û înkarkirinê divê tevahî pêkhateyên herêmê yekgirtî bin û li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser li dijî xîtabên nefretê rawestin.

Hate destnîşankirin ku HSD garantora yekane ya yekîtiya gelê Sûriyeyê ye û hate gotin: "Em pêkhateyên herêmê ji Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û Tirkmen Sûriyeyeke demokratîk dixwazin. Em careke din dibêjin ku em ê li dijî tevahî siyasetên înkar û cudakirinê li kêleka HSDê parastina yekîtî û mozaîka xwe ya civakî biparêzin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin