Eshed Şeybanî bi Kurdî nivîsî: Kurd stûneke resen ê Sûriyeyê ne

Eshed Şeybanî bi Kurdî nivîsî: Kurd stûneke resen ê Sûriyeyê ne

.

A+A-

 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê peyameke bi zimanê Kurdî parve kir.

Şeybanî di peyama xwe de Kurd wekî "stûneke resen" ê Sûriyeyê pênase kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî tekezî li ser yekîtiya gelên Sûriyeyê kir.

Eshed Şeybanî got, "Nasnameya Sûriyeyî her tim ji bo hemû zarokên wê bûye yekkar û birayên Kurd di vê avahiyê de stûneke resen in."

"Em ji wan in û ew ji me ne"

Şeybanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got:

"Ew ji me ne û em ji wan in û siberoja me yek e û nayê perçekirin.

Hêza Sûriyeyê di hevgirtina gelê wê de ye û bi yekîtiya xwe em rûbirûyî her astengiyan dibin da ku welatekî azad ava bikin ku ji bo hemû xewn û hêviyên me fireh be."

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin