ERZINGAN - Malbatên karkeran zindî yan jî mirî zarokên xwe dixwazin: ‘Kurê min dijî!’

ERZINGAN - Malbatên karkeran zindî yan jî mirî zarokên xwe dixwazin: ‘Kurê min dijî!’

.

A+A-

 Li navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê malbatên karkerên ku di bin kana zêr de mane, zindî yan jî mirî zarokên xwe dixwazin.

Di ser herifîna kanê re 9 roj derbas bûne lê heta niha ji 9 karkeran ti xeber nînin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku xebatên lêgerînê ya li kana zêr heta şert û demeke guncav hatine rawestandin.

Malbatên karkeran nerazîbûn nîşan da û bi girî û nalîn daxwaza zarokên xwe dikin.

Dayika karkerê bi navê Ugur Yildiz, Sevda Yildizê anî ziman:

“Bila demekê pêş de zarokê min bidin min. Eger kesek bawer neke jî ez dayik im. Ez ji we re dibêjim kurê min dijî lê bi vê xebatê dê zarokê min ji nêza bimire.

Bila demekê pêş de vî karî çareser bikin û zarokê min bidin.”

Tîmên lêgerînê bi vîdeo û dîmenan dixwazin derbarê xebatan de malbatan îqna bikin lê dilê malbatan rihet nabe.

Hinek ji wan malbatan dibêjin ew bi encamê razî ne lê bila goreke zarokên wan hebe.

“Ez heta neçim ser gora wî rihet nakim”

Xizmê karkerekî Selahattin Yildiz jî got:

“Em dê li vê derê vî canî wergirin, dewlet neçare ku bide me. Zindiyekî li ser erdê dijî, xistiye bin erdê. Neçar e ku derxîne û bide me.

Ez heta wî mist nedim, kevirê wî mist nedim û neçim ser gora wî rihet nakim. Çand, bawerî û felsefeya min ev e.”

Bavê karkerekî ku di bin axê de maye Ali Ekber Yildiz anî ziman:

“Ewqas bêxwedîtî nabe. Eger zarokên wezîran û serokwezîr bûya, dê ew zarok bi zindî derxistana. Êdî me her tişt qebûl kiriye.

Bila demekê pêş de zarokê me bidin me. Em wekî din tiştekî naxwazin. Xeyalên me ji me standin, pî û baskê me şikandin. Zarokê min ji min stand.”

6 zanyar û pisporên Zanîngeha Karadenîzê ya Teknîkî, ji esmên li qada kana zêr lêkolîn kirin.

Li gorî rapora wan loda paşmayî ku divê herî zêde 150 metre bilind be, li kana zêr a Îliçê gihiştiye 257 metreyan û sedema herî mezin a karesatê ev e.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin