Erzingan: 20 ton siyanur tevlî Çemê Firatê bûye

Erzingan: 20 ton siyanur tevlî Çemê Firatê bûye

.

A+A-

Parêzgarê Erzinganê ragihand ji ber têkçûna boriya kaneke derxistina zêran li navçeya  Pişadî ya Erzingan a Bakurê Kurdistanê siyanur tevlî ava Çemê Firatê bûye. Li aliyê din Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag serdana cihê bûyerê kir û ragihand ku ew siyanura tevlî Çemê Firatê bûye 20 ton e û ev yek di girtenameyên cendermeyan de jî diyar dibe.

Parêzgariya Erzinganê 24ê Hezîrana 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, di roja 21ê Hezîranê de boriyeke kompanyaya “Anagold a Derxistina Madenan ” ku li kaneke derxistina zêran e li gundê Cobiler a ser bi navçeya Pişadî 20 metresêca siyanur tevlî axê bûye.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ew axa bi siyanur ku pîs bûye bi makîneyên kar hatiye paqijkirin û bo cihek din hatiye veguhestin û ew siyanur negihiştiye nav Çemê Firatê.

Li aliyê din Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag duh 24ê Hezîrana 2022an ligel şandeke partiya xwe serdana wî gundî kir û derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ozdag amaje bi wê yekê da ku asta wê siyanura ku ji boriya kompanyaya derxistina zêran derketiye 20 ton e û ev yek di girtenameyên cendermeyan de jî diyar e û got, ”Ev tişt nayê qebûlkirin. Li navçeyê bêhneke xirab heye. Divê demildest rewşa awarte bê ragihandin.”

Serokê Partiya Zaferê derbarê mijarê de rexne li aliyên peywendîdar jî girt û diyar kir ku navçe rûbirûyî Çernobîla duyem e lê Enqere hîn jî razayî ye.

Di dîmenên ku Umît Ozdag li ser hesaba xwe ya medya civakî belavkirine de diyar dibe ku keşûhewayeke qirêj li navçeyê heye.

Xelkê navçeyê derbarê mijarê de nerazîbûna xwe tînin ziman û dixwazin kompanyaya kanzayê karê xwe yê lêgerîna zêran bide rawestandin.

Yek ji welatiyan Sedat Cezayirlioglu amaje bi wê yekê da ku ew siyanur herîkiye nav avê û xelkê navçeyê bi wê avê berhemên xwe yên çandiniyê av didin.

Navborî ragihand ku wan heta niha çendîn derbarê kompanyaya derxistina zêran gilî tomar kirine lê bê encam mane û destnîşan kir ku dozgerê berê yê navçeyê xerac ji rêveberê wê  komnpanyayê werdigirt.

Siyanur maddeyeke kimyewî û bi jehrî ye. Têkelbûna wê ya bo nav xweza, ava vexwarinê û çandiniyê  metirsiyê li ser jiyana mirovan çêdike.

Firat yek ji çemên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye çavkaniya wî li navçeya Aykurt a Erzînganê ye û piştî herîkîna wê di nav çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi Çemê Dîcleyê re dibe yek û dirije Kendava Besrayê. Li ser çem bi armanca çandiniyê û berhemanîna elektirîkê gelek bendav hatine çêkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin