Erzaniyê xwe li Weşanên Avestayê danî: 30 saliya xwe pîroz dike

Erzaniyê xwe li Weşanên Avestayê danî: 30 saliya xwe pîroz dike

.

A+A-

Weşanên Avestayê salvegera 30yemîn a damezirandina xwe û hatina sersala nû bi kampanyayeke mezin a erzaniyê pîroz dike.

Weşanên Avestayê li ser torên civakî kampanyaya xwe ya erzaniyê ragihand.

Avestayê ragihand ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo hemû pirtûkên kevn û nû ji sedî 40 erzanî hatiye kirin.

Her wiha ji bo setên pirtûkan jî rêjeya erzaniyê wekî ji sedî 50 hatiye diyarkirin.

Kampanyayê îro dest pê kir û dê heta 4ê Kanûna Paşîn a 2026an berdewam bike.

Xwîner dikarin ji malpera fermî ya Weşanên Avestayê û şaxên wê yên li navçeya Sûrê ya Amedê û navçeya Beyogluyê ya Stenbolê sûdê ji vê kampanyayê wergirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin