Ermenistan û Azerbaycan hev bi kûştina sivîlan tometbar dikin

Ermenistan û Azerbaycan hev bi kûştina sivîlan tometbar dikin

Şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de bi tûndî didome. Tirkiye li meydana şerî alîkariya Azerbaycanê dike. Herdu alî hev bi kûştina sivîlan û terorê tometbar dikin.

A+A-

Şeva borî Azerbaycanê paytexta Qerebaxa Çiyayî topbaran kir. Her wiha Ermenistanê jî topbarana xwe ya li ser Azerbaycanê domand.

Serokwezîrê Ermeniyan Nîkol Peşinyan dibêje,"Welatê me ji destê Azerbaycan û Tirkiye rûbirûyî terorê bûye.

Rûsyayê jî di daxûyaniyekê diyar kir ku, "Terorîstên tûndrew ên anîne Azerbaycanê, dibe ku ji vir derbasî axa Rûsya bibe." û wekî metirsî nîşanda.

Ermenistanê banga agirbesê kir. Lêbelê Azerbaycanê got, "Bi şertekê em qebûl dikin: Divê Ermenistan ji Qerebaxa Çiyayî derkeve."

Li gor daxûyaniya Berpirsên Komara Qerebaxa Çiyayî, "Azerbaycanê di hefteyekê 18 sivîl (medenî) kuştine."

Ji aliyê hêza leşkerî û amûrên şerî ve Azerbaycan gelek ji Ermenistanê bi hêztir e. Lêbelê Rûsya û Fransa di serî de gelek welatên bi hêz piştgirê Ermenistanê ne. Welatên wekî Tirkiye û Îsraîl alîkariya Azerbaycanê dikin. Tê gotin ku Îran ji aliyê siyasî ve piştavanê Ermenistanê ye.

Yekşema borî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de şerî dest pê kir. Şer li ser Qerebaxa Çiyayî ye. Piraniya Qerebaxê axa Kurdistanê ya dîrokî û yasayî ye. 1923-1929'ê li vir Herêma Kurdistanê (Kurdistan Sor) hatibû avakirin. Li gor arşîvên Sovyeta Sosyalîst (Rûsya) 73.1% xelkê vir Kurd bûn. Lê ev kurd hatine mişextkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin