Xidir ÛSO

Xidir ÛSO

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Êrîşên li dijî zimanê Kurdî!

A+A-

Çend meh berê sûtalekî kuça, li nîvê Amedê, çima bi Kurdî peyamek dida, êrîşî rêjnamevanê bi rûmet yê Rûdawê Maşallah Dekak kir û li gorî kesayeta xwe jê re xeber da!

Niha jî çima qehwexana bi navê PÎNE Çand Coffee got: “em dê tenê bi Kurdî ji muşterîyê xwe re xizmetê bikin!” bû kelemê ber çavê nîjadperest û rêvebirên dewleta tirk! Polîsên dewleta tirk derhal girtin ser qehwexanê û xwedîyê wê rêzdar Remezan Şimşek girtin, binçav kirin.

Berî bi çend salan, li bajarê Bûrsa, ji bo ku bav û lawek di navbêna xwe de bi Kurdî dipeyivîn, ji alî serserîyekî ve bav hat kuştin û law hat birînkirin. Li Ankara zarokek ji bo ku li sitrana Kurdî gohdar dikir hat kêr kirin. Li Îstanbolê, muzîkjenekî Kurd ji bo bi Kurdî distira hat kuştin. Bi vî rengî li gelek bajarên tirkî, çima bi Kurdî peyivîne û sitran gotine, êrîşî bi sedan Kurdan hatiye kirin, li dijî wan tund û tujî hatiye kirin, hinek birîn bûne, hinek jî hatine kuştin. Ev encamê polîtîka û teşwîka dewleta tirk bi xwe ye.

Divê em zanibin ku êrîşa li dijî zimanê Kurdî, polîtîka dewleta tirk ya bingehîn e. Dewleta tirk, li ser tunekirina hemî gelên li Enedol û Kurdistanê û bi taybetî tunekirina gelê Kurd ava bûye.

Nîjadperestên ku xwe xwedîyê vê dewletê dibînin, bi giranî muhacirên Balkan û dewşirmeyên asîmîle bûne û eslê xwe înkar dikin, dijmintî û tunekirina gelên ne tirk û zimanê wan û çanda wan dikin. Tu ziman û çanda Kurdî bi tenê ji nav ya tirk derxe, dê tirkî ker û lal bibe.

Dema dewleta tirk di sala 1920 de ava bû, ne li Enedol û ne jî li Kurdistanê miletek bi navê tirk tune bû û li tu herêm an bajarekî tirk ne di piranîyê de bûn. Îro jî bila tirk lêkolîna “DNA” (xwîna) xwe bikin, li Enedolê ji sedî yek jî tirk dernayê.

Ji bo ku dewleta Osmanî, di dawîya salên 1800î ji herêma Balkan hatin qewirandin, di şerê Cîhanî de jî ji Efrîqa û Erebîstan hat qewirandin, elîta Osmanî ya leşker û brokrat, ketin tirsa ku bê welat bimînin. Loma bi Emperyalîstên Îngîlîz û Fransiz re li hev kirin û bi piştgirîya van emperyalîstan Enedol û Kurdistan ji nuh de îşgal û îlhaq kirin.

Piştî peymana Lozanê 1923, rejîma Kemalîst, sînorê dewleta xwe, bi rêya emperyalîst û pejirandina “sosyalîstan” bi hemû cîhanê dan qebûlkirin, dest bi tunekirina gelên Enedol û Kurdistanê kirin.

Rêvebirên rejîma Kemalîst, stratejîya muslumankirin û tirkkirina gelên ne Musluman û ne tirk kir armanca xwe ya sereke. Loma dest bi provokasyon, sûîkast, sabotaj, destdirêjî û êrîşa gelên ne tirk kir.

Qirkirina miletên ne Musluman, 1915 ji qirkirina Ermenîyan dest pê kir, 1922 bi qirkirina Rûman dewam kir, 1955 bi êrîşa ser mal û dikanê Rûma berdewam kir.

Tevkujî û koçberkirinên li Kurdistanê, bi provokasyon û qirkirina Qoçgîrî 1920 dest pê kir, bi provokasyona Şêx Seîd 1925 û êrîşa ser Dêrsimê 1940 berdewam kir. Bi sedhezaran Kurd hatin kuştin û bi sedhezaran jî hatin koçber kirin.

Piştî planên wan yên tirkkirin û tunekirinê bi rêve çû, dest bi derxistin û pêkanîna qanûna Tedîp û Tenkîl; Mecbûrî-Îskan; Takrîrî-Sukûn; girtina Medrese, Tekke û Zavîyeyan; guhertina alfabeya Erebî; qanûna qedexe kirina serpoş, cil û bergên Kurdî; Qanûna piştnav ya bi darê zorê; qedexekirina zimanê Kurdî, nasnameya ku herkes tirk e û wekî din kirin…

Dewleta tirk hîna li ser hiş û helwesta sed sal berê dimeşe. Hemî kêm-netew û cemaetên ne tirk ya tune kirin yan jî di rewşa tunekirinê de ne. Tevlî bi qanûn û fermî qededexekirina Kurdî û bi mîlyonan asîmîlekirina Kurdan, dîsa jî tenê Kurd wek miletekî li ser xaka xwe man. Ew jî heta niha hêza vê dewletê û nîjadperestên wê têr nedikir ku Kurdan teva bike tirk.

Bi polîtîkayên nîjadperestî, ji bo ku gelê Kurd tune bikin û asîmîle bikin, li leşkerîyê “Alî Okul” vekirin, bi lêdan û îşkencê xortên Kurd fêrî tirkî kirin. Li Kurdistanê jî Dibistanên Herêmî yên Razanê vekirin û bi lêdan û îşkencê zarokên Kurd kirin tirk û tirkperest!

Nerîn ku bi vê şêweyê dê Kurd li welatê xwe wek Kurd bimînin, ev 40 sal in bi hezaran gund vala kirin û şewitandin, êl û eşrên Kurd tarûmar kirin û berê şênîyên Kurd dan metropolan. Ew jî ne bes bû dest bi hilweşandina navçe û bajarên bi çanda Kurdî dijîyan kirin. PKK ji avabûna xwe de bi tirkî sîyasetê dike û bi polîtîkayên xwe yên ne li fêda xelkê Kurd, heta îro ji van polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê re bûye alîkar.

Ji makezagona dewleta tirk bigire, hemû qanûnê vê dewletê, hebûna gel û welatê Kurd, ziman, çand, dîrok û hemî rûmetên wî yên netewî înkar û qedexe kirîye. Di van şertan de qebûlkirin û beşdarbûna her resmîyet û sazîya dewleta tirk, meşrûkirina sîyaseta asîmîlasyona vê dewleta zordar e. 30.05.2024

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin