Êrîşek duyem li dêreke Fransayê bi kêran pêk hat

Êrîşek duyem li dêreke Fransayê bi kêran pêk hat

.

A+A-

Li Fransayê êrîşek duyem, bi kêran li dêrekê pêk hat. Di encama êrîşa duyem a li ser dêreke li bajarê Nice ya Fransayê pêk hat de, 6 kesên gumanbar hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, polîsên Fransayê do Yekşemê  ragihandin, di derbarê êrîşa li dêreke li bajarê Nice pêk hatî, hejmera kesên gumanbar ku hatine dester kirin, giheştîye 6 kesan.

Li Fransa , li dêreke ya li bajarê Nice, roja Pêncşemê êrîşkarekî bi qîrîna "Allah û Ekber" jinek serjê kir û du kesên din kuştin. Ev êrîşa duyem e li Fransa di nava du hefteyan de pêk tê, armanca êrîşa duyem a bi kêrê , Îslama radîkal e.

Êrîşkarê gumanbar, ciwanekî 21 salî yê û ji Tunusê ye, ji aliyê polîsan ve hate gulebarankirin û niha di nexweşxaneyekê de ye û rewşa wî giran e.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin