Êrîşa li ser Hewlêrê ji aliyê şandeya Netewên Yekgirtî hat şermezarkirin

Êrîşa li ser Hewlêrê ji aliyê şandeya Netewên Yekgirtî hat şermezarkirin

.

A+A-

 Êrîşa li ser Hewlêrê ji aliyê şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) hat şermezarkirin.

Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) li ser twitterê peyamek di derbaw êrîşa do ya li ser rêya Hewlêr – Pîrmamê de belav kir ku di encamê de 3 welatî birîndar bûbûn û hin ziyanên madî derketibûn.

UNAMI di peyama xwe de eşkere kir: “Weke me berê jî got, pêwîstiya Iraqê bi hêzên çekdar nîne ku xwe weke desthilat destnîşan dikin. Girîng e desthilatdariya dewletê bê çespandin.”

Herwiha UNAMI destnîşan kir: “Eger encamder tên naskirin, divê bên eşkerekirin û hesab ji wan bê pirsîn.”

Şeva borî terorîstan bi droneke bombekirî li ser rêya sereke ya Hewlêr – Pîrmam êrîşek pêk anî û di encamê de 3 kes bi sivikî birîndar bûn û hejmarek otomobîlên welatiyan zerar dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin