Êrîşa li dijî konvoya dîplomatîk a Amerîkayê: 4 mirî

Êrîşa li dijî konvoya dîplomatîk a Amerîkayê: 4 mirî

.

A+A-

Li eyaleta Anambra ya li başûrrojhilatê Nîjeryayê di êrîşa ku ji aliyê kesên çekdar ve li dijî konvoya dîplomatîk a Amerîkayê hat kirin de 4 kesan can dan û 3 kes jî dîl hatin girtin.

Li gor nûçeyên medyaya neteweyî, xebatkarên balyozxaneya Amerîkayê ya li eyaleta Anambrayê ji bo xebatên alîkariyê yên însanî li herêma Ogbaruyê rastî êrîşê hatin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 4 kesan can dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Eyaleta Anambrayê Tochukwu Ikenga êrîş piştrast kir û diyar kir, hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Abujayê de hat gotin ku personelên wê bi rayedarên ewlehiyê yên Nîjeryayê re ji bo ku bûyera bi eslê xwe derbikevin hevkariyê dikin.

Êrîşên bi vî rengî dem bi dem ji aliyê rêxistina Xwecihiyên Biafra (IPOB) li başûrê Nîjeryayê tên kirin.

Bi mîlyonan mirov di şerê navxweyî yê ku di sala 1967an de destpê kir de mirin, dema ku gelê Biafra rabûn daxwaza avakirina dewleta serbixwe ya Biafra li başûrê Nîjeryayê.

Komara Biafra, ku di sala 1967an de li başûrê rojhilatê welêt hate damezrandin, di dawiya şerê navxweyî de dîsa ket bin serweriya Nîjeryayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin