Êrişa li deriyê Pêşabûr çawa rû da û derî çima hat girtin?

Êrişa li deriyê Pêşabûr çawa rû da û derî çima hat girtin?

.

A+A-

Li deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmelka ku yekane deriyê sînorî ye di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, îro xwepêşandanek hat kirin û piştre êrîşî hêzên ewlekariyê yên li aliyê Pêşabûrê hat kirin.

Li gor gotina Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşabûrê Şewket Berbiharî ev sê meh in li xala sînorî ya Sêmalka (aliyê Rojava) du kon hatine danîn û li ser bûyera îro jî diyar kir, “zêdetirî 100 kesan û li ber çavên xelkê û Asayişa Sêmalka, bi molotofan û kevir û daran, li ser pira navbera Pêşabûr û Sêmalka ber bi sînorê me li Pêşabûrê êriş kirin.”

Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşabûrê diyar kir ku di encama wê êrişê de hejmareke pasewan bi giranî birîndar bûn û herwiha Şewket Berbiharî, PKKê bi encamdana êrişên li ser deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê tohmetbar kir.

Peyamnêrên Rûdawê Vîviyan Fettah li aliyê Rojava û Yûsif Mûsa jî li aliyê Başûrê Kurdistanê dawî zanyarî derbarê rewşa deriyê Pêşabûr-Sêmalka de ragihandin.

Vîviyan Fettah amaje vi wê kir ku girtina wî deriyê sînorî li nav xelkê Rojavayê Kurdistanê bûye cihê xemgîniyê û xelk dilgiran e li ser vê rewşê.

Li ser aloziya îro jî Vîviyan Fettah diyar dike ku ev ne yekem car e ku deriyê sînorî tê girtin, lê vê carê deriyê sînorî li ber bazirganiyê jî hat girtin û tekez dike, “deriyê El Welîd ku 10 kîlometran dikeve başûrê Sêmalka û girêdayî wî derî ye û ji bo bazirganî hatibû vekirin û rojane derdora 200 barhilgiran hatinûçûn dikirin, ev derî jî dê bê girtin û bazirganî dê bê rawestandin. Ev dê bandoreke xerab li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê bike ku ji aliyê Tirkiye, çekdarên opozisyonê û hikûmeta Sûriyê ve dorpêç kiriye.”

Vîviyan Fettah diyar kir ku ev heyama 3 mehan e du kon li aliyê Rojava yê deriyê Pêşabûr hatine danîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û Ciwanên Şoreşger ve û li ser sedema danîna wan konan jî peyamnêra Rûdawê dibêje, “Me hewl da em peywendiyê bikin, lê me ti bersivek wernegirt.”

 

 

Yûsif Mûsa jî li ser sedema girtina deriyê sînorî yê Pêşabûr got, “Li gor zanyariyên gihiştine destê me, kesekî bi qenas jî di wan konan de hatiye bicihkirin û çavdêriya xala sînorî dike. Ev jî bû sedem ku biryar bê dayîn ku çend perçe ji pira di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bên rakirin ku ev cara yekem e.”

Yûsif Mûsa jî tekez kir ku derî di warê mirovî û bazirganî de bi temamî hatiye girtin û “rê bi xelkê nayê dan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin. Ev biryareke neçarî ye. Peywendî di navbera aliyan de qût bûye. Aliyê Pêşabûr çaverêyî aliyê Sêmalka ye, lê heta niha bersivek nehatiye dan. Ew dibêjin, tişta hatiye kirin ne biryara fermî ya aliyê Rojavayê Kurdistanê bûye.”

Endamê Rêvebir ê Kongreya Aştî ya Demokrat Ebdulkerîm Sarûxan û Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nimet Dawûd li ser alozî û êrişa li deriyê Pêşabûr-Sêmalka beşdarî bultena Rûdawê bûn.

 

 

Endamê Rêvebir ê Kongreya Aştî ya Demokrat Ebdulkerîm Sarûxan amaje bi girîngiya deriyê Pêşabûr kir û diyar kir ku di warên mirovî, aborî û civakî de ew derî herdu perçeyan bi hev ve girêdide û rexne li biryara girtina derî girt û got, “bê sedem ew derî hat girtin. Divê çareserî ji pirsgirêkê re bên dîtin.”

Di dema aloziyê de hejmareke xelkê hewl dabûn sînor derbas bikin û Ebdulkerîm Sarûxan dibêje, “Em di navbera perçeyên Kurdistanê de sînoran nabînin. Sînor dijminan danîne. Em di navbera xwe û gel û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de sînoran nabînin.”

 

 

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nimet Dawûd jî dibêje, “Êrîşkirina ser deriyê Pêşxabûr nayê qebûlkirin. Cihê şermezarkirinê ye. Ji 2013an ve ev derî hatiye vekirin û di xizmeta miletê me de ye. Miletê me bi vî derî nefesê distîne. Deriyek din tune ye. Hemû pêdawîstiyên xelkê me bi rêya vî derî tên. Em her bang dikin, ev deriyê ku xizmeta miletê me dike, biparêzin û dûr bigirin ji nakokî û siyasetê.”

Li ser alozî û êrişê jî Nimet Dawûd, dibêje, “Ev ne caran yekem e ku ew ciwan êriş dikin. Lê vê carê mezintir bû. Van kesan zêdeyî carekê ev karên xerab kirine. Wek ENKSê me gelek caran me ji berpirsên Rêveberiyê û HSDê diyar kirine ku ev ciwan karên xerab dikin û bi vî rengî nabe.”

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin