Ergün: "Serxwebûn destpêka azadiya beşên din ên Kurdistanê ye"

Ergün: "Serxwebûn destpêka azadiya beşên din ên Kurdistanê ye"

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergün: Em dixwazin barê xwîşk û birayên xwe yê Başûr siviktir bikin.

A+A-

Piştî ku roja referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ji aliyê Serok Barzanî ve hat diyar kirin, piştgiriyeke xurt ji Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hat nîşandan. Li gel hemû bertekên neyînî jî Serokê Herêma Kurdistanê ji biryara referandûmê gav neavêt. Herwiha di hevpeyvîna xwe ya bi “Al Hayat” re kiriye di derbarê referandûmê de wiha axiviye; “Referandûm dê di roja xwe de were encamdan. Referandûm proseyeke aşityane ye, ew ê pêşiyê li şer û kerasetên nû bê girtin.” Ji aliyê din ve li Bakûrê Kurdistanê piştgiriya bo referandûmê roj bi roj zêdetir dibe ji ciwanan bigirin, partiyên siyasî li gor derfetên xwe piştgiriya xwe nîşan didin. Vî hefteyî Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Kasım Ergün derbarê referandûma Herêma Kurdistanê ji Heftenameya Basê re axivî.

Cîgirê Serokê PAKê Kasım Ergün helwesta partiya xwe ya di derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de wiha anî ziman: “PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) bêyî qeyd û şert piştgiriya “Erê” ya referandûma serxwebûnê dike. Piştî referandûmê jî em dibêjin serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye; divê li gel Bexdayê bi rêyên aştiyane diyalog dest pê bibin û serxwebûn jî bê îlankirin.”

Ergün derbarê bandora dewleta Kurdî li ser herêmê jî wiha dibêje: “Em di wê baweriyê de ne ku bi dengekî bilind dê “Ere” derkeve. “Erê” ya referandûmê, dê ji bo Kurdan jî, ji bo temamê Rojhilata Navîn jî bibe destpêka “Ronesans û reformeke nû. Îradeye “Erê” ya gelê Kurdistanê dê di pirsa Kurd û Kurdistanê de rêya çereseriya siyasî, sîvîl, demokratîk û aşityane xurtir bike. Nexşeya Rojhilata Navîn dê wekî xwe nemîne. Referandûm, li Tirkiyê, Îranê û Suriyê jî dê guhertinên mezin bi xwe re bîne. Dewleta serbixwe ya Herêma Kurdistanê dê bibe nimûneya pêkvejiyana aştiyane ya hemû netewe, etnîsîte, ol û mezhebên cihê.”

“Ne Tirkiye û ne jî Îran dê nikaribin rê li ber referandûmê bigirin”
Ergün di derbarê helwesta Tirkiye û Îranê jî wiha diaxive: “Ne Tirkiye û ne jî Îran dê nikaribin rê li ber referandûmê bigirin. Bi taybetî Îran di nav hewl û siyaseteke têkder de ye. Heta ji destê wê tê dixwaze rê li ber referandûmê bigire. Lê êdî Îranê jî fêm kiriye ku dê nikaribe rê li ber referandûmê bigire. Niha jî dixwaze bi midaxeleyên cûr be cûr, serê gelê Kurdistanê tevlihev bike da ku beşdariya referandûmê jî, rêjeya dengê “Êrê” jî kêm be.
Tirkiye ji aliyekî ve ji bo hestên şowenî yên gelê Tirk bigemirîne, ji bo zêdetir piştgiriya aliyên nîjadperest û şoven bistîne, helwesteke hişk li himber referandûmê nîşan dide. Ji aliyê din jî, ji encamên referandûmê ditirse ku tesîreke neyînî li ser wê jî bike. Lê bi ya me, piştî ku di referandûmê de “Erê”yeke bilind derkeve, dê helwesta wan ne wek ya niha be. Ew ê bixwazin rê li ber îlankirina serxwebûnê bigirin. Lê ew jî dizanin ku êdî ji referandûmê jî, ji serxwebûnê jî veger tune ye. Herdu dewlet jî ji niha ve dê xwe amadeyî dewleta serbixwe ya Kurdistanê bikin û divê xwe fêr jî bikin. Êdî divê herkes xwe li gor çareseriya demokratîk, sîvîl û siyasî amade bike.”

“Erê” ya referandûmê destpêka serxwebûnê ye”
Kasım Ergün di derbarê bandora dewleta Kurdistanê ya serbixwe li ser beşên din ên Kurdistanê de wiha pê de diçe: “Êrê”ya referandûmê destpêka serxwebûnê ye. Serxwebûn jî destpêka azadiya perçeyên din ên Kurdistanê ye. Dewleta serbixwe, geşkirin û vejîna miletbûna Kurdan e. Dewleta serbixwe dê bixwebawerbûna hemû Kurdên cîhanê, li dewletbûnê xurtir bike. Hemû Kurdên cîhanê dê bibin xwedî stargehekê. Gava ala Kurdistana serbixwe di nav alên Netewên Yekbûyî de li ba bibe, dê ji bo hemû Kurdên cîhanê bibe sîwanek. Bi dewleta serbixwe dê hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê, di bijartina rêyên aştiyane, demokratîk, siyasî û sivîl de bêhtir bi biryardarî tevbigerin.”

“Kurd û Kurdistaniyên cîhanê li gel refarandûmê ne”
Cîgirê Serokê PAKê dibêje, Kurd û Kurdistaniyên din, divê di xebatên piştgiriyê de barê gelê me yê Başûr giran nekin, karê wan hêsantir bikin û wiha dirêjiyê dide axaftina xwe, “Divê em bizanibin ku îro ya herî girîng, bi beşdariyeke bilind lidarxistina referandûmê û encamdana “Erê”yeke bilind e. Divê em dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin. Divê ji bo referandûmê jî, ji bo serxwebûnê jî em piştgiriya dewletên cîhanê zêde bikin; li dij derkevin bê alî bikin. Divê bi tu siyaset û kiryarên xwe em referandûmê, beşdariya gelê xwe nexin xeteriyê. Em bawer dikin ku piraniya Kurd û Kurdistaniyên cîhanê li gel refarandûmê ne.”

“Emê konferans û civînên girseyî li dar bixin”
Cîgirê Serokê PAKê Kasım Ergün di dawiya axaftina xwe de radigihîne ku ew ê ji bo piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê çalakîyên cûrbecûr lidar bixin û axaftina xwe wiha dewam dike: “Em weke PAKê bi daxuyanî, peywendî û xebatên xwe li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û li Ewropayê em piştgiriya referandûmê dikin. Herwiha li gel partiyên Kurdistanî û siyasetmedar û rewşenbîrên Bakur, me “Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê” damezirandiye. Niha însiyatîfê bernameyeke xebatê daye ber xwe. Ji bo ku em helwesteke yekgirtî ya piraniya Kurdistaniyên bakur di derbarê piştgiriya “Erê”yê de pêk bînin, hinek xebatên me hene. Ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê, partiyên siyasî û dezgehên sivîl ên Tirkiyeyê re hewlên me hene.

Em ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê konferans û civînên girseyî li dar bixin. Ji bo hevdîtina Sefaretên Emerîka û Yekitiya Ewropayê yên li Tirkiyeyê jî hinek hewlên me hene. Ji bo li Başûrê Kurdistanê jî em hevdîtinan bikin xebatên me hene. Em dixwazin zêdetir li Tirkiyê û Ewropayê bibin piştgir û alîkarê referandûmê. Em dixwazin barê xwîşk û birayên xwe yê Başûr siviktir bikin. Tiştekî ku ji wan re ne baş be em ê nekin.”

Jîn Mazî -Bas News

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin