Erebistana Siûdiyê û Şam lihev tên

Erebistana Siûdiyê û Şam lihev tên

.

A+A-

 Rojnama Rai el Yewm ragihand ku Erebistana Si’ûdiyê heyetekî şandiye Şamê û bi serokê Sûriyê Beşer Esed re hevdîtin kirine. Her dû teref li ser normalkirina têkiliyên duqolî lihev kirine. Li gor nûçeya rojnamê; weka pêngava yekem wê Riyad li Şamê sefaretxana xwe ya mezin veke.

Navenda rojnama Rai el Yewm ê Londraye û weşana xwe bi Erebî dike. Rojname nûçeya xwe biriye ser rêvebirên Sûriyê yên di asta bilind de ku heyet îro çûye Şamê û bi Esed re hevdîtin kiriye.

Serpereştiya heyeta Erebistanê serokê îstîxbarata dewletê Xalid el Humeydan kiriye û bi Esed re serokê buro ya ewlehiyê ya Sûriyê Alî Memlûk hebûye. Hat gotin dê her dû teref piştî Remezanê bi hûrahî hevdîtinan bikin.

Heyeta Erebistanê kêfxweşiya xwe bo dagera Sûriyê ya nav ‘Lîga Ereb’ û di pêş de tevlî zîrwe ya ku li Cezayîrê bêkirin, ragihand.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin