Erebekî hawirde li Efrînê zarokekî Kurd kuşt û cenazeyê wî avêt bîrê

Erebekî hawirde li Efrînê zarokekî Kurd kuşt û cenazeyê wî avêt bîrê

.

A+A-

 Li navçeya Cindirêsê ya parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê erebekî hawirde zarokekî Kurd kuşt.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê erebekî hawirdê zarokekî Kurd ê bi navê Ehmed Xalid ê 16 salî kuşt û piştre cenazeyê wî avêtiye bîrekê.

Welîd Metê apê Ehmed ji Rûdawê re axivî û got, “Biraziyê min bi kêran hat kuştin, li ser laşê wî şopên kêran hebûn û termê wî avêtiye bîreke avê.

Bikuj Ereb e û navê wî Yamîn Ehmed Îbrahîm e, ji Îdlibê ye û piştî dagirkirina Efrînê hatiye herêmê.”

Welîd Metê li ser kuştina biraziyê xwe jî axivî, “Ew erebê hawirde li firina bavê Ehmed kar dikir ku Ehmed jî li wê derê kar dikir, beriya hefteyekê di navbera wî erebê hawirde xwediyê firinê pirsgirêkek derketibû û ji kar hatibû derxistin.

Wî ji Ji bo tolhildanê Ehmed kuşt.”

Herwiha Welîd Metê da zanîn ku erebê hawirde Ehmed biriye derveyî bajêr û wî li ser rêya Telsûrê kuştiya piştre jî termê wî avêtiye bireke avê.

Welîd Metê ragihand ku îro cenazeyê Ehmed ji bîrê hatiye derxistin û erebê hawirde jî ji aliyê polîsên Efrînê ve hatiye girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin