Ereb û Tirkmenan pêl bi pêl li Efrînê bi cih dikin: Ji wan re avahiyên nû tên lêkirin

Ereb û Tirkmenan pêl bi pêl li Efrînê bi cih dikin: Ji wan re avahiyên nû tên lêkirin

.

A+A-

 Li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo Ereb û Tirkmenên hawirde 4 avahiyên komelî yên nû hatine avakirin.

Çavkaniyeke ji gundê Kefrûmê yê nahiyeya Şerayê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku li derdora gundê wan 4 komelgehên niştechkirina Ereb û Tirkmenên hawirde hatine avakirin.

Heman çavkaniyê got, 4 avahiyên komelî (komelgehên niştecihbûnê) ku bi temamî hatine avakirin ji hezar û 130 xaniyî pêk tên.

Ev avahî ji aliyê saziyên Tirkî, Kuwêtî, Filistînî û Sûriyeyî ve tên lêkirin ku bi ser rêxistinên Îslamîst ve ne.

Li gorî agahiyên ku gihane Rûdawê, niha plana avakirina avahiyeke din a komelî heye.

Hat destnîşankirin ku dê ev avahî jî li nêzîkî gundê Kefrûmê werin lêkirin lê hejmara wan ne diyar e.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurd vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin