Erdoğan û Johnson li ser krîza endamtiya NATO û Ûkraynayê axifîn

Erdoğan û Johnson li ser krîza endamtiya NATO û Ûkraynayê axifîn

.

A+A-

Li gor ragihandina serokatiya danûsitendinan ya serokkomariya Tirkiyê; serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson di rêya telefonê de axifîne.

Axaftina her dû lîderan ket wexta pêvajoya endamtiya her dû dewletan ya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê. Li gor ragihandina serokkomariya Tirkiyê; Erdoğan û Johnson li ser têkiliyên duqolî, serlêdanên dewletên Îsweç û Fînandiyayê ya ji bo NATO yê, şerê Rûsya û Ûkraynayê û li ser mijarên herêmî axifîne.

Erdoğan di axaftinê de gotiye ku têkiliyên Îsweç û Fînlandiyayê yên bi PKK/YPG ê û kes û dezgeyên ku di bin desthiata wan de ne, bingeha pirsgirêkê ne. Her weha Tirkiye dixwaze bawer be ku di endamtiya her dû dewletan de, divê her dû dewlet li qedr û qiymetên NATO yê xwedî dertên û endîşeyên Tirkiyê yên di derbarê terorê de didin berçav.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin