Erdogan: Mesele ne pirsa Kurdan e

Erdogan: Mesele ne pirsa Kurdan e

.

A+A-

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Tirk jî û Kurd jî hemwelatiyên min in, Ereb jî welatiyên min in. Em tu carî cudahiyê di navbera wan de nakin û me qet nekiriye." Erdogan herwiha îdia dike ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pirsa Kurd nîne û dibêje: “Hûn bûyerê wek pirsa Kurd û Tirkan binirxînin hûn dê xelet bin. Bûyer ne pirsa Kurd û Tirkan e. Bûyer bi tevahî meseleya terorîstan û ne terorîstan e.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo 77emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, bû mêvana televîzyona PBS a Amerîkî  û behsa siyaseta welatê xwe û rojeva cîhanê kir.

Erdogan li ser pirsa “Weke Tirkiye niyeta we heye ku hûn bi awayekî daîmî rê li ber Swêd û Fînlandayê bigirin ku tevlî NATOyê bibin?” got, "Divê hûn vê carê bibînin, li vir bi taybetî jî Swêd hema bêje bûye weke kurka terorê."

Erdogan îdia kir ku "terorîst" heta ku gihîştine nav parlamentoya Swêdê û wiha pê de çû: “Me gelek caran belge dane aliyê Swêdî ku terorîst li kolanên Stockholmê dimeşin, pankartên serkirdeyê terorîstan hildigirin û êrîşî Tirkên me yên saf ên li Swêdê dikin. Eger hûn bibêjin ‘Ma Fînlanda jî wiha ye?’ Nexêr ne wek Swêdê ye. Di vê demê de ew aramtir in û rewş di bin kontrola wan de ne. Lê li Swêdê serdestiyek wiha tune. Her tim bi hincetekî bersivê didin me. Dibêjin, ‘ev li gor destûra me dikeve çaroveya azadiyan de’. Ez jî dibêjim, tu eleqeya terorê bi azadiyê re nîne, di pênaseya azadiyê de cihê terorê nîne, ji ber vê yekê eger hûn têkoşîna xwe li dijî van terorîstan bidin meşandin, em dê her cure piştgiriyê bidin vê yekê. Bêguman biryara dawî parlamentoya me dide.

Ez dixwazim li vir tiştekî din jî bînim ziman, piştî ku me çend hevdîtin kir, mixabin em dibînin ku hêj li kolanên Stockholmê meşên terorîstan berdewam in. Hilbijartin li wî welatî çêbû. Partiya ku nû bi ser ket, di got ku ew dê destûrê nedin wan. Hêvîdarim rê li bi wan terorîstan neyê dayîn û wê demê em jî dê hemû hêsankariyan ji bo Swêdê bikin.”

Ii ser pirsa "Eger Swêd û Fînlanda tiştên ku hûn dixwazin nekin, wê demê hûn bi biryar in ku endamtiya wan a NATOyê asteng bikin?" Erdogan wiha got: “Di vê mijarê de hema yek ji dndamên NATOyê bersiveke neyînî bidin, dê pêşî li wan were girtin."

"Mijar ne meseleya Kurd û Tirkbûnê ye"

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku NATO ne rêxistineke ligel rêxistinên terorê ye, rêxistineke ku li dijî terorê têdikoşe ye û got, "Xala pêncemîn a NATOyê xaleke taybet e ku armanca wê parastina hevbeş a endamên wê ye û em li bendê ne ku ev yek were cîbicîkirin. Ji ber ku em 40 sal in li dijî terorê şer dikin."

Pirsa "Ne tenê li Swêd û Fînlanda, li Sûriye, Iraq û welatê we jî pirsgirêka Kurdan heye. Li gorî we ev pirsgirêk çawa dikare were çareserkirin?" Erdogan wiha bersivand: “Berî her tiştî em vê yekê serast bikin, eger hûn bûyerê wek pirsa Kurd û Tirkan binirxînin hûn dê xelet bin. Bûyer ne pirsa Kurd û Tirkan e. Bûyer bi tevahî meseleya terorîstan û ne terorîstan e. Niha Li bakurê Sûriyê Kurd û Ereb hene. Li aliyê me  di nav van eşîran de Kurd hene, lê Ereb jî zêdetir in. Di nav partiya min de hevalên min ên Kurd hene, parlamenterên me ên Kurd hene, di nava me de tu pirsgirêk tune ye. Niha li herêmên başûr û rojhilatê welat (mebest Bakurê Kurdistanê ye) partiya me duyemîn e, û bi giranî welatiyên Kurd li vir dijîn. Weke dewlet me weberhênanên gelek cidî li van herêman kir. Em nabêjin li vê herêmê Kurd lê dijîn û em ê li vir razemeniyê nekin. Tirk jî û Kurd jî hemwelatiyên min in, Ereb jî welatiyên min in. Em tu carî cudahiyê di navbera wan de nakin û me qet nekiriye. Em niha di heman helwestê de ne. Nêzîkatiya me ya li hemberî hemû welatiyên me yek e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin