Erdogan ji bo balyozên piştgirî dane Kavala ferman da

Erdogan ji bo balyozên piştgirî dane Kavala ferman da

.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê daxwaza berdana karsaz Osman Kavala ya 10 balyoz û dîplomatên welatên rojavayî de ragihand ku “Min fermana pêwîst bo wan da Wezareta Derve. Min got; hûn divê wan 10 balyozan wek kesên ku nayên xwestin îlan bikin.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê 23yê Cotmeha 2021an li Eskîşehîrê beşdarî merasîma Baxçeyê Millet bû û têkildarî daxwaza berdana Osman Kavala ya balyozxaneyên 10 dewletan jî axivî.

Recep Tayyip Erdogan amaje bi wê yekê kir ku welatên rojavî dixwazin Tirkiyê di warî aborî û dîplomasî de lawaz bibe û bi wî awayî li wî welatî desthilatdarî were guhertin û got: “Çawa ku 19 sal in me ev welat parastiyê, çawa ku me armancên wan ên xirab di qirika wan de hiştiye, em dê vê carê jî heman tiştê bikin."

Erdogan herwiha anî ziman ku hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş û bazirgan û kesayetiyê navdar ê warê xêrxwaziyê Osman Kavala li Tirkiyê Osman Kavala nayên berdan.

Di heman demê de Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser banga 10 balyoz û dîplomatên welatên rojavayî ya hi bo azadkirina Kavala û wiha pê de çû: “Ew radibin û dirûnin dibêjin Kavala. Ew kesên jê re dibêjin Kavala şaxê Soros yê li Tirkiyê ye. (Rûdaw: George Soros, milyarderê navdarê Amerîkî kir ku çendîn bîrdozên komployê li dijî wî çê bûne). 10 balyoz ji bo wî tên Wezareta Derve, ev çi bêedebî ye. Hûn vê derê çi dihesibînin? Ev der Tirkiye ye, hûn nikarin li vir rabin werin Wezareta Derve û fermanan bidin. Min fermana pêwîst da wezîrê me yê derve. Min 'hûn dê van 10 balyozên ku di zûtirîn dem de wekî kesên nayê xwestin îlan bikin. Ew dê Tirkiyeyê nas bikin, yan roja ku Tirkiyê nas nekin, dê ji vir derkevin.”

Balyozên welatên Amerîka, Keneda, Fransa, Finlanda, Danmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê roja Duşemê daxuyaniyeke hevbeş ji bo piştgiriya Osman Kavala belav kirin ku 4 sal e li Tirkiyê zindanî ye.

Balyozên wan welatan, di wê daxuyaniya hevbeş de, piştevaniya xwe ji bo kesayetiyê diyar ê warê xêrxwaziyê li Tirkiyê Osman Kavala nîşan dabûn ku di zindanê de ye û daxwaza azadkirina wî kiribûn.

Wan dîplomatan ragihandibûn, ku girtina wî çalakvanê 64 salî, “tarîtî xistiye ser rêzgirtina li demokrasiyê, serweriya qanûnê û zelaliya sîstema dadweriyê li Tirkiyê.”

Osman Kavala ku li Parîsê ji dayik bûye, di Mijdara 2017an de bi tohmeta binpêkirin û hewldan bo hilweşandina Destûra Bingehîn a Tirkiyê û sîxuriyê hatibû girtin. Ew bi fînansekirina xwepêşandanên sala 2013an ên li Stenbolê dihat tohmetbarkirin, lê dadgehê ew ji wê tohmetê beraet kiribû. Lê Kavala careke din bi tohmeta beşdariya di hewla kûdetaya (darbeya) sala 2016an de ya li dijî Erdogan, hat girtin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2019an de biryara berdana Kavala dabû û Konseya Ewropayê jî hişyarî dabû Enqerê ku biryarê bi cih bîne yan jî dê pêvajoya dîsîplînê bide destpêkirin. Di hevpeyvîneke xwe ya dawî de ji AFP re, Kavala gotiye ku Konseya Ewrûpayê hêviya wî ya herî baş e ji bo serbestberdanê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin