Erdogan: Em destûrê nadin al, ziman û rejima Tirkiyeyê bên nîqaşkirin

Erdogan: Em destûrê nadin al, ziman û rejima Tirkiyeyê bên nîqaşkirin

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku ew dê destûrê nedin mijarên wekî yekitiya ax sîstema unîter, rejîm, al û zimanê fermî yê dewletê bên nîqaşkirin.

Recep Tayyîp di vegera ji Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê ya li Tîrana Arnawidistanê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Erdogan li ser pirsên rojnameran ên li ser pêvajoya çareseriyê got,"Di rojeva me de,bi temamî tunekirina terorê heye. Rêxistina terorê divê xwe fesix bike û çekan deyne.

Em bala xwe didin ser wê yekê ku ev yek bê kêmasî, bê pirsgirêk û bê qeza pêk were.”

Erdogan destnîşan kir ku ew destûrê nadin ku mijarên wekî yekitî, tevahî, sîstema unîter, rejîm, al û zimanê fermî yê dewletê bêne nîqaşkirin û tekez kir ku hikûmeta wî li ser rojeva xwe bi temamî hakim e.

Fesixkirina PKKyê û daxuyaniya li ser Lozanê

Erdogan bersiva rexneyên li ser daxuyaniya PKKyê jî da û got, "Em destûrê nadin ku mijarên wekî yekitî, tevahî, sîstema unîter, rejîm, al û zimanê fermî yê dewleta me bêne nîqaşkirin.

Bila ti kes dudil nebe, dewleta me, hikûmeta me li ser rojeva xwe hakim e. Ittîfaqa Cumhûr di nav hevkariyeke temam de ye."

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku ew kiryarên PKKyê ji nêzîk ve dişopînin û got, "Em dê tetbîqkirina biryarên hatine girtin ji nêzîk ve bişopînin.

Em dê bêyî ku zerer bigihîje nirxa manewî ya şehîdên me û mafên malbatên şehîdan û gaziyên me, bigihîjin Tirkiyeya bêteror.

Bi terkirina herêman ji aliyê rêxistina terorê ve li başûr-rojhilat, li rojhilat çima govend hat gerandin?

Wateya van hemû govendan hebû. Ji ber ku êdî aştî hatiye rojhilat û başûr-rojhilatê welatiyên min li wir govend gerand.

Tayyip Erdogan vê aramiya ku hatiye herêmê ne ji bo xwe dixwaze, ji bo welatê xwe dixwaze, ji bo herêma xwe dixwaze.”

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku ji vir û pê ve, çawa dê xebatên derbarê fesixkirina rêxistinê û radestkirina çekan pêk werin, di bin çavdêriya hêzên ewlehiya dewletê de ye.

Erdogan di berdewamiyê jî de got:

"Derbarê terorîstên li derveyî sînorên me, bi awayekî ku dê çi çek bên radestkirin, bi hevparên me yên li welatên cîran re gotûbêj tên meşandin.

Plansaziyên di vê derbarê de bi rêveberiya Bexda û Hewlêrê dê çawa di vê pêvajoyê de cih bigirin jî hene.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin