Erdogan: Em biryara derbarê Kavala û Demîrtaş de nas nakin

Erdogan: Em biryara derbarê Kavala û Demîrtaş de nas nakin

.

A+A-

 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê biryarên Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê yên derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de ragihand ku ew wan biryaran nas nakin û tune dihesibînin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê biryarên Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê yên derbarê Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş de ragihand ku ew wan biryaran nas nakin û tune dihesibînin û diyar kir, “Ne hewce ye ku em li ser vê yekê şîroveyan jî bikin. Em biryarên Yekitiya Ewropa ên derbarê, Demirtaş, Kavala û filan bêhvan de nas nakin. Em tune dihesîbînin.  Ji bo me ev biryar tune ne. ”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Rayip Erdogan îro 8ê Kanûna 2021ê piştî vegera xwe ya ji Qeterê li ser serdana xwe û pêşhatên dawî ên li navçeyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan  derbarê pirsa egera operasyoneke nû bo derveyî sînor û piştevaniya Amerîkayê ya ji bo hêzên Kurdî ên li Rojavayê Kurdistanê rexne li Amerîkayê girtin û got, “Ev dostaniyeke çawa ye? ev çi hevpeymaniya NATOyê ye? Bersiva vê yekê bidin me. Bersiva vê yekê nadin me. Amerîka siyaseteke xelet li navçeyê dimeşîne. Em berdewam vê yekê ji wan re dibêjin” û herwiha got jî ew dê operasyonên xwe berdewam bikin.

Erdogan li ser biryarên Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê ên derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Karsaz û Çalakvan Osman Kavala de tekez kir ku ew wan biryaran nas nakin û got, “ Ne hewceye ku em li ser vê yekê şîroveyan jî bikin. Em biryarên Yekitiya Ewropa ên derbarê, Demirtaş, Kavala û filan bêhvan de nas nakin. Em tune dihesîbînin. Li cem ev biryar tune ne . Me ev yek çend caran ragihand. Eger  bixwazin bila fêm bikin û naxwazin jî bila  fêm nekin. Em li ser biryra daraza xwe biryara Yekitiya Ewropayê qebûl nakin. Çi bizanin bila wê bikin.”

Desteya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derbarê Selahattin Demirtaş de ku ji  4ê Mijdara 2016an ve bi sedemên siyasî li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê  girtî ye û  Karsaz û Çalakvanê Tirk Osman Kavala ku ji sala 2017an ve  ji ber `çalakiyên Parka Geziyê` li girtîgeha Silivri girtî ye biryara azadkirinê dabû.

Lê tevî vê yekê jî Tirkiyê di dema ku hatiye diyarkirin de ew biryar bicih neanî û Demirtaş û Kavala azad nekirin.  Li ser vê yekê jî  Desteya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ragihand ku wan  derbarê   Tirkiyê de proseya binpêkirinan daye destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin