Erdogan derbarê Kerkûk û Dêrezorê daxuyanî da

Erdogan derbarê Kerkûk û Dêrezorê daxuyanî da

.

A+A-

erokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ragihand ku ew dê destûrê nedin aramî û yekîtiya erdnîgariya bajêr xirab bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana xwe ya li Rûsyayê ku li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn çûbû, di vegera ji Soçiya de pirsên rojnamevanan bersivand.

Erdogan di axaftina xwe behsa pêvajoya asayîkirina Sûriyeyê, şerê li Dêrezorê û pirsgirêkên li Kerkûkê jî kir.

Erdogan anî ziman ku wa helwesteke erênî ji rêveberiya Serokê Sûriyeyê Beşar Esed nedîtiye.

Erdogan mercên asayîbûnê eşkere kirin

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku Esed derbarê asayîbûnê de gavên ku di formata Tirkiye-Rûsya-Îran-Sûriyeyê de tên avêtin ji dûr ve ji trîbunê temaşe dike û wiha pê de çû:

“Têkoşîna li dijî terorê, pêvajoya siyasî, vegera bi ewle û bi rûmet a penaberan di civîna çar wezîrên derve de (Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriye) bi berfirehî tên gotûbêjkirin. Eger di van mijaran de pêşketin çêbibin, dibe ku têkiliyên bi rejîma Sûriyeyê re asayî bibin.”

Erdogan herwiha got, “(Asayîbûna bi Sûriyeyê re) Ji bo ev pêk were divê rejim li gorî rastiyên li qadê tevbigere û ji helwestên zererê didin pêvajoyê dûr bisekine."

Pirsa Kerkûkê

Pirsgirêkên li Kerkûkê jî di rojeva Erdogan de bûn.

Erdogan diyar kir ku geşedanên vê dawî yên li Kerkûkê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û yekîneyên îstixbaratê ve ji nêz ve tên şopandin.

Erdogan bi bîr xist ku Hakan Fîdan li Hewlêr û Bexdayê hevdîtin pêk anîne û duh jî li Îranê hevdîtin pêk anîn.

Erdogan anî ziman ku li Kerkûkê di encamê de ji îro pê ve rewş aram e û ew mijarê ji nêz ve dişopîne got:

Min ji Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re got mijarê ji nêzîk ve bişopînin. Bi malbata Barzanî û Sûdanî re hevdîtin hatin kirin.

Doh jî piştî daxuyaniyên Hakan Fîdan ên li Îranê rewş aramtir diyar dibe. Ji bo aştî û aramiya Kerkûkê têk neçe divê ji çalakiyên ku dibin sedema têkçûna Kerkûkê dûr bê sekinandin.

Warê Tirkmenan Kerkûk erdnîgariyek e ku bi sed salan e çandên cuda di nav aştiyê de bi hev re dijîn. Em rê nadin aramî û yekbûna vê erdnîgariyê têk biçe.”

Pevçûnên li Dêrezorê

Derbarê şer û pevçûnên li Dêrezorê de jî Erdogan wiha got:

"Ji bo kontrola petrola li Dêrezorê rêxistina terorê dikare her qetlîamê bike. Di vê mijarê da me hişyariyên xwe yên hewcedar dane dewletên mixatab û em didin.

Eşîrên Ereb dixwazin li axa xwe xwedî derkevin. Eşîrên Ereb xwediyên rastî yên wê derê ne. PKK û YPG ne xwediyên wê derê ne.

Helwêsta eşîrên Ereb a li dijî PKK û YPGyê tekoşîneke rûmetî ye û hem neteweyî û hem jî xwecihî ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin