Erdogan careke din HSDê wek merc danî ber Fînland û Swêdê

Erdogan careke din HSDê wek merc danî ber Fînland û Swêdê

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya bo Natoyê de careke din careke din HSDê wek merc danî Fînland û Swêdê û got “Heta ku daxuyaniyên terorîstan di televîzyonên fermî yên Swêdê de bên belav kirin, em nikarin bibêjin fermo werin nav NATOyê. Bo NATOyê jî heman tişt rast e.”

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan îro 8ê Hezîrana 2022ê di civîna hevbeş a çapemeniyê ya ligel Serokê Venezuellayê Nicolas Maduro de derbarê mijarên di rojevê de aixîvî.

Erdogan li ser pirseke derbarê helwêsta Tirkiye ya bo endamtiya Swêd û Fînlandiyayê de got:”Me berî niha jî gotiye NATO rêxistineke ewlehiyê ye. Ne rêxistineke hander a terorê ye. Her welatekê di vê rêxistinê de be yan jî bixwaze bibe endam divê van xalan li ber çav bigire û nabin bibine handerên terorê û mertal bo rêxistinên terorê.”

Serokkomarê Tirkiye li ser heman mijarê ragihand: “Swêd welateke wiha ye ku hemû rêxistinên terorî yên wek PKK û YPG têde bi azadî digerin. Di parlamentoya wê de jî terorîst hene. Heta ku ev terorîst di nav vê parlamentoyê de hebin. Heta ku daxuyaniyên terorîstan di televîzyonên fermî yên Swêdê de bên belav kirin, heta ku ew rêxistinên terorî bi navên cuda li kolanên Stockholmê çalakiyan bikin, ala û wêneyên serkirdeyên terorîstan rakin û dirûşmên dijî Tirkiye bilind bikin û polîsên wan welatan jî wan biparêzin, em nikarin bibêjin fermo werin nav NATOyê. Heman tişt bo Fînlandayê jî rast e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin