Erdhejê li Sûriyê deriyekî nû di warê siyasî de vekir

Erdhejê li Sûriyê deriyekî nû di warê siyasî de vekir

.

A+A-

Komisyarê karûbarên koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi serdana bajarê Ceble li peravên Sûriyê kir û ragihand ku  ew dê hewl bidin alîkariya ziyandîtên erdhejê bikin. Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo dosyeya Sûriyê Geir Pedersen dibêje, çawa erdhejê deriyên sînorî bo alîkariyên mirovî vekir, ew bi hêvî ne ku, deriyekî dîplomatîk jî ji bo çareserkirina pirisgirêka Sûriyê vebe ya rastî tevî ku erdheja 6ê Sibatê ziyaneke zêde li pey xwe hişt û xelkê mal û can û milkê xwe ji dest dan lê Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed sûdeke zêde ji wê karesatê dît. Deriyên ku berê li pêşiya Esed girtîbûn, erdhejê careke din vekirin. Careke din Esed vegeriya meydana navdewletî.

Komîsyarê karûbarên koçberan ê ser bi Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi li bajarê Ceble li peravên Sûriyê li  nav kavilên erdheja 6ê Sibata 2023an digere.

Komîsyarê karûbarên koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi got, “UNHCR, Rêxiztina min, li gel civaka hawarçûnê bilez alîkariyên seretayî pêşkêşî xelkê hewcedar kirin, bi taybetî di rojên pêşî yên erdhejê de, Di warê dîtina belgeyan de, gelek xelkê belgeyên xwe wenda kiribûn, û di warê piştîvaniya derûnî de jî.”

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo dosyeya Sûriyê Geir Pedersen dibêje erdheja 6ê Sibatê deriyên sînorî bo alîkariyên mirovî vekir bi hêviye deriyekî dîplomasî bo çareserkirina pirisgirêka Sûriyê jî veke.

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo dosyeya Sûriyê Geir Pedersen anî ziman, “Pêwîstiya me bi pêvajoyeke siyasî nûkirî ber bi destxistina encaman heye ku hemû aliyên sereke beşdariyê tê de bikin, bo vekirina rê li ber derfetan û alîkariyên zêdetir li navçeyên zerardîtî ji ber erdhejê. Erdhejê bi tenê diyar kir wek hûn dizanin çawa pêngavên erênî bên avêtin, dema îradeyeke siyasî hebe.”

Li gor çavdêrên peywendîdar, Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed mezintirîn sûdmendê karesata erdheja 6ê Sibatê bû, ku bi rêya dîplomasiya karesatan vegeriya meydana navdewletî, 6 meh ceza li ser hikûmeta Sûriyê bo derbaskirina alîkariyên mirovî hatin rakirin, di dema biryara navdewletî 2254 taybet bi çareserkirina krîza vî welatî hatiye piştguhkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin