
Erdheja Balikesîrê: PWK sersaxî xwest
.
A+A-
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li ser erdheja ku di 10ê Tebaxa 2025an de li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê çêbû, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya PWKê wiha ye:
Roja 10.08.2025ê, li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê, erdhejeke bi hêza 6.1 pileyan çêbû. Di erdhejê de kesekî 81 salî mir û 52 kes jî birîndar bûn.
Em sersaxîyê ji malbata rehmetîyê xwedê jê razî re, şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin