Enwer Muslim: Divê ENKS li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe zelal bike

Enwer Muslim: Divê ENKS li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe zelal bike

.

A+A-

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim ragihand ku şandeke nû ya Amerîka ji bo navbênkariya aliyên Kurdî û aktîvkirina Diyaloga Kurdî-Kurdî vedigere Qamişlo. Enwer Muslim herwiha got: “Li hemberî gefên Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, helwesta hinek partiyên Kurdî ne zelal bû.”

Hevserokê PYDê Enwer Muslim îro li Qamişlo derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de semînerek pêşkêş kir.

Enwer Muslim ji Rûdawê re got, ji ber ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) helwestekê li hember gef û êrîşên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê nîşan nade, ew ji wê yekê dilgiran in.

Muslim got: “Em wek PYDê  ku perçeyek ji Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) ne, armanca me ew e ku Diyaloga Kurdî-Kurdî ser bikeve. Hebûna nûnerên Amerîka û HSDê girîng e, lê di wan demê dawiyê de gelek qutbûn çêbûn. Tişta balkêş ew e ku li hemberî gefên Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, helwesta hinek partiyên Kurdî ne zelal bû. Ji ber dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi sed hezaran welatiyên me koçber bûn. Pêwîst e di vê mijarê de helwesta hinek partiyên me yên Kurdî zelal be.”

Derbarê rawestandina Diyaloga Kurdî-Kurdî de jî Hevserokê PYDê da zanîn ku ji ber nûnerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê amade nebûn ew pêvajo rawestiya, lê ew qediya ye û nûnerê Amerîka yê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate yekalîkirin û tekez kir ku ew amade ne û got: “Tevî vê yekê divê hinek tiştên din jî bêne zelalkirin, ka li hemberî dagirkirinê helwestên me dê çi bin?.”

Zêdetirî salekê ye, bi destpêşxeriya Amerîkayê, danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, di navbera ENKS û PYNK de destpê kirine, lê ew demek e ku danûstandinên anavbera herdu aliyan rawestiyane.

Di gera yekem de, herdu alî di 16ê Hezîranê de gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û hevtêgihiştinên seretayî û roja 17 Hezîrana 2020 li Hesekê, di daxuyaniyeke hevbeş de rêkeftina xwe ragihandin.

Herdu aliyan di gera yekem de li hev kirin, ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe bingeha sereke ya danûstandinên navbera wan ên derbarê desthilat, rêveberî, parastin û berevaniyê de.

Piştre di 2ê Tebaxa 2020an de qonaxa duyem a danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû û piştî çend mehan ENKS û PYNK li ser Lêvegereke Siyasî û mijarên îdarî û rêveberiyê lihev kiribûn, lê naverok û hûrgiliyên wê nahetibû aşkerekirin.

Danûstandinên herdu aliyan di qonaxa sêyem de hatine rawestandin û di wan demên dawî de, di navbera ENKS û partiyên ser bi Rêveberiya Xweser de alozî zêdetir bûne.

Çavkaniya Nûçeyê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin