ENKSyê bangî Ehmed Şer kir: Xwendina bi Kurdî vegerînin Efrînê

ENKSyê bangî Ehmed Şer kir: Xwendina bi Kurdî vegerînin Efrînê

.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ji birêvebiriya nû ya Sûriyeyê xwest ku biryara rawestandina xwendina bi zimanê Kurdî li Efrînê betal bike û careke din perwerdeya bi zimanê dayikê vegerîne dibistanan.

ENKSyê her wiha diyar kir ku zimanê dayikê mafekî sereke yê mirovan e û stûna nasnameyê ye.

"Ezmûna Efrînê serkeftî bû"

ENKSyê di daxuyaniyeke xwe de,  bi bîr xist ku ezmûna xwendin û fêrkirina bi zimanê Kurdî ya salên borî ya hem di serdema Rêveberiya Xweser de û hem jî di serdema hikûmeta demkî de li Efrînê serkeftî bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan salan bi rêya bernameyên rahênanê yên li Zanîngeha Helebê ya Azad û vekirina peymangehên amadekirina mamosteyan li Zanîngeha Efrînê, gavên baş ji bo bi pêşketina ziman hatibûn avêtin.

"Rawestandina xwendinê li dijî prensîbên şoreşê ye"

ENKSyê diyar kir ku li gel guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê û pêkanîna hikûmeta veguhêz a bi serokatiya Ehmed Şer, xwendina bi zimanê Kurdî li herêmên ku piraniya wan Kurd in, di nav de Efrîn jî hatiye rawestandin û ew vê yekê li dijî prensîbên şoreşa Sûriyeyê dibînin.

"Zimanê dayikê stûna nasnameyê ye"

ENKSyê bangî Ehmed Şer û aliyên pêwendîdar ên li herêmê kir ku li biryara xwe vegerin û careke din rê bidin ku zimanê Kurdî li dibistanan were xwendin.

ENKSyê her wiha pêşniyar kir ku di vê qonaxê de li rêbazên xwendinê yên serdema hikûmeta demkî were vegerandin, heta ku li gel heyeta Kurdan a ku ji konferansa 26ê Nîsanê derketibû, bigihîjin lihevkirineke nû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin