ENKSê tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdî kir

ENKSê tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdî kir

.

A+A-

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), di kongreya xwe ya 4emîn de daxuyaniyek belav kir û qedexekirina lidarketina kongreyê li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên asayişê ve şermezar kir.

ENKSê do 29ê Mijdara 2022an daxuyaniya dawî ya kongreya xwe ya 4emîn belav kir û tê de diyar kir, “Piştî çekdarên PYDê roja 14ê Mijdarê nehiştin kongreya me ya 4emîn li hola destnîşankirî li dar bikeve, me roja 28ê Mijdarê kongreya xwe di bin navê (Ji bo Sûriyayeke piralî, demokrat û hevgirtî ku destûra wê mafên netewe yên Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên din nas bike) de û bi rêya çend civînên kongre li dar xist.

ENKSê eşkere kir, di civînên kongreyê de Rapora Siyasî, Bernameya Siyasî û Sîstema Bingehîn hatin gotûbêjkirin, ji bo bi qonax û pêşketinên ku bi pêşhatên kirîza Sûriyê re bûn, biguncuve.

ENKSê herwiha da zanîn, di civînên kongreyê de hejmarek biryar û rasperde hatin girtin, ji wan:

- Beşdaran rêgirtina lidarxistina kongreyê li salonê destnîşankirî û cihê alternatîf ê ku ji aliyê çekdarên PYDê hatiye kirin şermezar kirin.

- Hikûmeta Sûriyê di ber berdewambûna krîzê û êş û azara gelê Sûriyê de berpirs e. Di vî warî de, kongreyê bang li civaka navdewletî û welatên pêwendîdar kir ku bi erkê xwe rabin, rêya çareseriya siyasî aktîv bikin û fişarê li rêjîma Sûriyê bikin, ta ku biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254 cibicî bike.

- Kongreyê tekezî li ser, giringiya pabendbûna opozisyona Sûriyê bi bijardeya siyasî ya danûstandinan, yekrêziya wê û pabendbûna wê bi naveroka daxuyaniya Riyad 2, bi taybet xalên ku bi doza Kurdî ve girêdayî ye, weke pirseke niştimanî û destûrî û naskirina mafên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê, kir.

- EKNSê hemû cureyên binpêkirin û tawanên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û yên girêdayî Îtîlafê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî û guhertina demografî li wan bajaran û hemû erdnîgariya Sûriyê şermezar kir.

- ENKSê derbasbûna Heyet Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra) ya ku weke rêxistineke terorîst tê binavkirin, ji bo Efrînê şermezar kir û bang ji bo derxistina wê hemû komên çekdar kir.

- ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku vegereke ewle ya koçberan ji bo malên xwe misoger bike, rêveberiya herêmê radestî xelkê wê yên resen bike û parastina ewlekarî ji wan re peyda bike.

- ENKSê desthilata takrewî ya PYDê li herêmê şermezar kir û bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir rê li ber gefên Tirkiye derbarê operasyonên leşkerî rawestîne û herwiha daxwaz ji PKKê kir ku xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo şerê xwe yê bi Tirkiyê re bikar neyîne.

- ENKSê bal kişand ser girîngiya pêşxistina çanda pêkvejiyanê û xurtkirina têkiliyên di navbera hemû pêkhateyên de.

- ENKSê tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdî kir, ji bo xurtkirina rola encûmenê di warê neteweyî û niştimanî de û rola Kurdan di piroseya siyasî û paşeroja Sûriyê de û bang li HSD û aliyê Amerîkî kir ku berdewamiyê bidin danûstandinên Kurdî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin