ENKSê ragihand ku dê ofîsên xwe li Efrînê veke

ENKSê ragihand ku dê ofîsên xwe li Efrînê veke

.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Suriyeyê (ENKS), biryar da ku ofîsên xwecihî yên ENKSê li Efrîn û Cindirêsê veke û rol û mîsyona ENKSê, li wê herêmê çalak bike.

Rayedarên ENKS, îro bi rêya daxuyaniyekê ragihad ku ENKSê roja 17ê Sibata 2023yan, li bajarê Qamişloyê civîna xwe ya asayî pêk hanî û di civînê de li ser rewşa wêrankir a erdheja ku li herêmên bakur û rojava û bi taybetî li Efrîn û Cindirêsê rû daye rawestiya.

Hat diyarkirin ku di civînê de karên ENKSê yên di vî warî de hatine kirin, hatine pêşkêşkirin ku wekî name ji Netewên Yekbûyî (NY) û ji hikûmetên gelek welatan re şandine û bang li wan kiriye ku alîkariyên pêwîst û tîmên rizgarkirinê bigihînin û van deveran wekî deverên wêranbûyî bi nav bikin heta ku alîkariyên navneteweyî tên şandin.

Hat diyarkirin ku ENKSê spasiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku bi hawara ziyandîtiyên erdhejê ve çûne û bi taybetî xwe gihandine Efrîn û Cindirêsê.

Her wiha hat eşkerekirin ku ENKSê di civîna xwe de biryar da ku ofîsên xwe yên xwecihî yên ENKSê li Efrîn û Cindirêsê bên vekirin û rola wan li herêmê bê çalakkirin da ku ji bo alîkariya ziyandîtiyan bikin, ziyanên çêbûne û binpêkirinên ku bandorê li wan deveran tên kirin, bi belgeyan tomar bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin