ENKSê HSD berpirsyar nîşan da û bang li Amerîkayê kir

ENKSê HSD berpirsyar nîşan da û bang li Amerîkayê kir

.

A+A-

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), HSD li hember êrîş û binpêkirinên grûpên çekdar ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) berpirsyar e û daxwaz ji Amerîkayê kir, dawî li wan binpêkirinan bîne.

ENKSê dibêje, şeva sersalê êrîşek çûye ser Ofîsa li bajarê Dirbêsiyê û ew HSDê di ber wan êrîşan de berpirs dibîne û diyar dike ku HSD rê li ber wan êrîşan negirt û kesên ku weke ji derveyî yasayê bi nav kiribû, ceza nekir.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva serê salê grûpên çekdar ên ser bi PYDê ve li Dirbêsiyê êrîşî ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) kirin û derî û pencereyên wê şikandin.

ENKSê diyar kir, ji bilî wê êrîşê “hîn endam û alîgirên wê tên girtin û malbatên Pêşmergeyên Roj tên tehdîdkirin û zarok ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger ve ku girêdayî PKKê ye tên revandin”. ENKS dibêje, ew grûp bûye sebeba girtina Deriyê Sînorî yê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de.

ENKS di vê daxuyaniya xwe de HSD li hember êrişên ser ofîsan û tevgerên Ciwanên Şoreşger wek berpirsyar dibîne û dibêje, “Encûmena Niştimanî ya Kurdî tevî hevxemiya xwe bi qurbaniyên binpêkirinan re, bi tundî van kiryaran û tevgerên tirsnak ên ku xizmeta dijminên gelê Kurd dikin, û ziyanê digihînin doza wan, şermezar dike, û serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokratîk berpirsyar dibîne ji nehiştina wan hesabpirsîna sûcdaran, yên ku wan wek komeke derqanûnî binav dikin.”

Di daxuyaniya xwe de ENKS herwiha daxwaz ji Amerîkayê û rêxistinên hiqûqî û mirovî dike “erkên xwe ji bo rawestandina van binpêkirinan bi cih bînin, û em gelê xwe piştrast dikin heta ku daxwazên gelê me yê Kurd li Sûriyê neyên bicihanîn, em dest ji berdewamiya têkoşîna xwe bernadin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin