ENKSê êrîşa ser xwendekarê Kurd bi tundî şermezar kir: Êrîşeke terorîstî ye

ENKSê êrîşa ser xwendekarê Kurd bi tundî şermezar kir: Êrîşeke terorîstî ye

.

A+A-

Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Efrînê êrîşa li ser xwendekarekî Kurd li dibistaneke navçeya Mabata ya Efrînê ji aliyê Erebên hawirde ve, bi tundî şermezar kir û weke êrîşeke teroristî bi nav kir.

Di daxuyaniya Xwecihiya ENKSê ya Efrînê de hatiye gotin, ciwanê Kurd ê bi navê Şiyar Îbrahîm Omer ku xwendekarê pola yazdehemîn e li navçeya Mabeta ji aliyê 3 xwendekarên Ereb ve rastî êrîşeke bi kêran hatibû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû û ji bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.


ENKSê ragihand: “Em di Xweciha Efrînê ya ENKSê de, di dema ku em bi tundî vê tawana terorist şermezar dikin, em tekez dikin ku ev reftar dûrî reftarên saziyên perwerdeyê ye û ji encama xemsariya eşkere ya rêveberiya dibistanê û xemsariya malbatên xwendekaran e, ji ber dibistan saziyeke perwerdehiyê ye û ne cihê çeteyan e.”

Hate diyarkirin: “Dibistan, jîngeheke ewle ye û divê cihê rihetî û aramiyê be, lê rûdana van kiryarên terorîstî, dibistanan dike cihê nîgeranî, tirs û xofê.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Divê Rêveberiya Perwerdeyê û rêveberiyên dibistanan hişyartir bin û rola xwe ya bi bandortir bilîzin û fermanên tund û hişk derbixin, da ku kiryarên terorîstî yên wiha ji aliyê xwendekaran ve dubare nebin.”


ENKSê daxwaz ji Polîsê sivîl yê Efrînê jî kir ku bi erkê xwe yê ji bo parastina asayîş û ewlehiyê rabe û xwendekarên dibistanan û karmendên perwerdehiyê biparêzin.

Herwiha ENKSê daxwaza başbûna bilez ji xwendekar Şiyar Îbrahîm Omer re xwest û bang li aliyên pêwendîdar kir ku wan tawanan ceza bikin û tedbîran wergirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin