ENKSê civîneke awarte li dar xist

ENKSê civîneke awarte li dar xist

.

A+A-

 Encûmena Xwecihî ya li Dêrikê ya ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) civîneke awarte ji bo beşdariyeke aktîv di greveke ji bo piştgiriya li xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist.

Encûmena Xwecihî ya Dêrikê diyar kir, ew civîna awarte taybet bûye ji bo beşdariyeke aktîv di greveke ji bo piştgiriya li xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de ku biryar e îro Duşemê li bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Herwiha li ser banga Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, biryar e îro Duşemê 10ê Cotmeha 2022an li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo grevek birêve biçe. Ew çalakî ji bo hevsozî û piştgiriya gelên Îranê ye li dijî hikûmeta Îranê.

ENKSê destnîşan kiribû ku ew ê roja Duşemê 10ê Cotmeha 2022an li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, ji bo hevsoziyê ligel malbata Jîna Emînî û pitgiriya bo gelên Îranê li dijî hikûmeta wî welatî, dest bi grevekê bikin.

Li gor zanyariyan, çalakiya li Qamişlo di saet 11:00an de destpê dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin