ENKSê bertek nîşanî Şamê da: Wê maşeleya Newrozê her geş bimîne

ENKSê bertek nîşanî Şamê da: Wê maşeleya Newrozê her geş bimîne

.

A+A-

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif bertek ji biryara hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re nîşan da ku Cejna Newrozê weke “cejneke fermî” nas nekiriye.

Yûsif got, “Ev berdewamiya siyaseta dûrxistin û piştguhkirineke bi mebest a pêkhateyeke resen a gelê Sûriyeyê" ye.

Feysel Yûsif li ser rûpela xwe ya Facebook got: "Kurd ji dema avabûna dewleta Sûriyeyê ve li ser axa xwe jiyane, beşdarî avakirin û parastina wê bûne. Tevî înkar û êrîşên sîstematîk ên ji aliyê rejîmên Beasê ve, ew li ser mafê xwe yê hevpariya niştimanî ya rastîn û têkoşîna ji bo mafên neteweyî yên rewa di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî de ku wekheviyê ji bo hemû welatiyên xwe misoger dike, rijd man."

Berdevkê ENKSê tekez kir, Cejna Newrozê ne tenê bîranîneke folklorî ye û got: "Newroz sembola azadî, rûmet û nûbûna jiyanê ye û dê meşaleya wê her geş bimîne, çiqasî hewldanên paşguhkirin an jî tunekirina wateyên wê hebin jî."

Feysel Yûsif diyar kir: "Sûriyeyeke demokratîk û azad ji bo hemû zarokên xwe; dewleteke pirnetew, pirol û pirmezheb ku dad û wekhevî tê de serwer be."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, biryarnameya hejmar (188) a sala 2025an derbarê bone û bêhnvedanên fermî de derxist, lê Cejna Newrozê, ku yek ji girîngtirîn cejnên neteweyî yên gelê Kurd e, di nav de cih negirt. Vê yekê nerazîbûneke berfireh di nav çalakvan û siyasetmedarên Kurd û Sûrî de çêkir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin