ENKS: Rojnamevan Ehmed Sofî ji aliyê komeke çekdar a ser bi PYDê ve hat revandin

ENKS: Rojnamevan Ehmed Sofî ji aliyê komeke çekdar a ser bi PYDê ve hat revandin

.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) revandina rojnamevan Ehmed Sofî li gundekî Dêrikê bi tundî şermezar kir û got: “PYD bi van kiryaran yekrêziya helwesta kurdî, azadiyên ragihandinê û siyasî li deverên di bin destê wê de dike armanc.”

ENKSê îro 3ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Çekdarên ser bi PYDê ve rojnamevan Ehmed Sofî ku endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê ye, dema ku ligel malbat û hevalên xwe ji bo sersaxiyê diçû ji gundekî Dêrikê revand.”

ENKS revandina rojnamevan Ehmed Sofî û got, “PYD bi van kiryaran yekrêziya helwesta kurdî, azadiyên ragihandinê û siyasî li deverên di bin destê wê de dike armanc, ku hewl dide her dengekî ku rexne li kiryarên wê li dijî xelkê û têkçûna wê digire, bêdeng bike.”

ENKS di daxuyaniya xwe de tekez dike ku revandina rojnamevan Ehmed Sofî, binpêkirina mafên mirovan û pîvanên exlaqî ye. Herwiha daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir jî ku “destêwerdanê bike ji bo azadkirina rojnamevan Ehmed Sofî û parastina selametiya wî, rawestandina kiryarên serkutkirinê yên rêveberiya PYDê yên li dijî sivîl û medyakaran û rêz li azadiya derbirîn û ramanê bigire.”

Di çend rojên borî de û li gorî daxuyaniyên cuda yên ENKSê, “Şeva 29ê Adara borî rojnamevan Rakan El-Ehmed, herwiha roja 1ê Nîsanê jî medyakar û endamê Xwecihiya Girkê Legê yê ENKSê Merwan Liyanî ji aliyê komên çekdar ên ser bi PYDê ve li bajarokê Gerkê Legê hatibûn revandin.”

(K24)  

Rakan Ehmed Rakan Ehmed
Merwan Liyanî
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin