ENKS him PYD/YPG him DYAyê rexne kir!

ENKS him PYD/YPG him DYAyê rexne kir!

Serokê ENKS Ibrahîm Biro li Hewelêrê bi amadebûne endamên nûneratiya xwe yên li Herêma Kurdistanê presskonfiransekê li dar xist

A+A-

Di 10ê Gulana 2017 de Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro li Hewelêrê bi amadebûne endamên nûneratiya xwe yên li Herêma Kurdistanê presskonfiransekê li dar xist û sîyaseta PYD û YPG rexne kir û wan wek baskên PKK yê Rojavaya Kurdistanê bi nav kir.

Biro got ku, PYD bi sîyaseta xwe çavsorîyê li xelkê dike; wan neçar dike ku ya ew birevin yan jî li gor siyaseta wan li gel wan kar bikin.

Herweha Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro rexne li Amerîkayê kir ku çima çekan radestê YPG kirîye û got ku, nabe çek tenê bo aliyekê were radestkirin, ji ber YPG wan çekdan li dijî welatiyên Rojava bi kar tîne û zilmê li wan dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin