ENKS: Em dê bi Mezlûm Ebdî re bicivin

ENKS: Em dê bi Mezlûm Ebdî re bicivin

.

A+A-

Berpirsê ENKSyê Silêman Oso eşkere kir ku bi serperiştiya Amerîkayê dê bi Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî re li ser diyaloga aliyên Kurdî bicivin.

Endamê Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso bû mêvanê podcasta Çavê Sêyem a Rûdawê.

Silêman Oso ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de bi beşdariya Amerîkayê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicivin û mijarên derbarê yekrêziya partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin.

Li gorî gotina Silêman Oso, Amerîka hevgirtin û diyaloga aliyên siyasî yên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê stratejîk dibîne.

Silêman Oso amaje bi wê yekê jî kir ku şandeya Amerîkayê dê bi Mezlûm Ebdî re bicive û piştre jî ew dê bi beşdariya şandeya Amerîkayê bi Mezlum Ebdî re bicivin.

Di berdewamiya axaftina xwe jî de Silêman Oso da zanîn ku ew amade ne careke din vegerin peyamana ku bi serperiştiya Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê William Roeback re hatibû îmzekirin.

Çi bûbû?

Bi navbeynkariya Fransa û Amerîkayê Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî  (PYNK) û ENKSyê careke din li ser xalên “Peymana Dihokê” dest bi danûstendinan kiribû.

17ê Nîsana 2020î bi amadebûna Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê  William Roeback, Mezlûm Ebdî û nûnerên PYNK û ENKSyê daxuyaniyeke hevbeş hatibû belavkirin.

ENKS û PYNKyê diyar kiribû ku qonaxa yekemîn a danûstandinan wan bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û ew gihiştine nêrîneke siyasî ya hevbeş.

Her du aliyan ragihandin ku dê danûstandina a wan li ser bingeha "Peymana Dihokê" berdewam bike û wan tekez kir ku di rojên pêş de ew dê peymaneke giştî bi hev re îmze bikin.

Danûstendinên PYNK û ENKSyê di qonaxa duyem de ji ber nakokiyan xitimîbûn û bi dawî bûbûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin