ENKS: 200 welatî di zindanan de ne û hîn jî desthilata komên çekdar heye

ENKS: 200 welatî di zindanan de ne û hîn jî desthilata komên çekdar heye

.

A+A-

 Berpirsekî ENKSyê yê Efrînê got ku rewşa bajêr ji berê baştir e lê belê hîn jî "ji ber siyasîbûn û Kurdbûnê" nêzîkî 200 welatî di zindanan de ne.

Tevî rûxîna desthilata Beşar Esed berî nêzîkî 7 mehan û vegera desthilata Şamê ya Efrînê, rewşa herêmê ji bo Kurdan hîn asayî nebûye.

Serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) Ehmed Hesen Rûdawê re got:

"Rewşa Efrînê hêdî hêdî ber bi başbûnê ve diçe lê belê hîn bi temamî asayî nebûye."

"Herî kêm 200 Kurd di zindanên Efrînê de ne"

Berpirsê ENKSyê yê Efrînê ragihand, "Herî kêm 200 Kurd di zindanên Efrînê de ne.

Kurdbûn sedema sereke ye û piraniya hincetên wan ji bo zindanîkirinê jî vedigerînin ser pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re."

Ew Kurdên ku li herêna Efrînê hatine girtin, li van bajarên herêmê girtî ne: Efrîn, Raco, Bilbilê, Raî, Marê û Ezaz.

"Hîn jî hinek komên çekdar desthilatdar in"

Ehmed Hesen amaje bi wê yekê jî kir ku desthilata yekem di nav Efrînê de niha hikûmeta Sûriyeyê ye wiha pê de çû:

"Li gel desthilata Şamê, hîn jî beşek ji komên çekdar desthilatdar in û biryarên serbixwe didin."

Ji sedî 20ê Erebên hawirde venegeriyane"

Li aliyê din, Ehmed Hesen derbarê vegera Erebên hawirde ji Efrînê ber bi warên wan de amaje bi wê yekê kir, "Veger berdewam e lê hîn zêdetirî ji sedî 20ê Erebên hawirde venegeriyane."

"Astengiyên li pêşiya vegera Kurdan nehatine rakirin"

Ehmed Hesen behsa vegera welatiyan a Efrîn û derdora wê jî kir û got:

"Heta niha jî vegera Kurdan rojane kêm kêm berdewam e lê hîn jî astengiyên li pêşiya vegerê bi temamî nehatine rakirin."

"Malên Kurdan radest nakin"

Li gorî wî berpirsê ENKSyê, li nahiyeya Şiyê ya Efrînê, heta îro komên çekdar dest danîne ser zêdetirî 50 malên welatiyan û amade nînin ku wan malan li xwediyên wan vegerînin.

Ehmed Hesen got, "Mal hatine valakirin jî lê kom wan nadin Kurdan, hinek ji wan pereyan dixwazin.

Li gorî malan ji hezar heta du hezar dolarî û zêdetir dixwazin ji bo ku radestî xwediyên wan bikin."

Efrîn di destpêka sala 2018an de ji aliyê Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ya wê demê ya nêzîkî Enqereyê ve hatibû dagirkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin