Endamên Klûba Motosîkletê, Ala Rengîn ji xwe venaqetînin

Endamên Klûba Motosîkletê, Ala Rengîn ji xwe venaqetînin

.

A+A-

Klûba Motosîkletê ya Şervanos Kurdistan û Median Empire, ji bo çalakiyekê li Almanyayê civiyan. Endamên herdu koman da zanîn ku armanca wan ew e ku ew bê cudakarî di nav hev de bin.

Median Empire ya li Almanyayê, ji bo çalakiyekê ligel Klûba Motosîkletê ya Şervanos Kurdistan, li seyrangehekê civiyan. Endamên komên motosîkletê da zanîn ku di vê civîna li Kolnê hatiye kirin de ji her devera cîhanê tevlîbûn çêbûye. Zeynep Çager jî li ser navê Peyama Kurd û Netew TV ligel endamên koman civiya û roportajekê stend. Di roportaja hat dayîn de hat diyarkirin ku armanca wan ew e ku bêyî cudakarî di nav hev de bin.

Komên ku Ala Rengîn a Kurdistanê ji xwe qet dûr naxin, diyar kirin ku ya girîng, liv û tevgera bi hev re ye û ew bi tu awayî di navbera xwe de cudakariya nijad, mezheb û bîrdoziyê nakin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin