Endamê Şandeya Kurdî: Şande dê piştî cejnê here Şamê

Endamê Şandeya Kurdî: Şande dê piştî cejnê here Şamê

.

A+A-

Endamê Şandeya Kurdî Dr. Selah Derwêş got, "Şandeya Kurdî dê piştî Cejna Qurbanê here Şamê."

4ê Hezîranê Şandeya Kurdî piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” hat avakirin.

Navên endamên Şandeya Kurdî ya “hevdîtinên bi Hikûmeta Sûriyeyê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re” hatin eşkerekirin.

Endamê Şanda Kurdî û Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd a Sûriyeyê Dr. Selah Derwêş beşdarî bultena Rûdawê bû û li şande û erkê wê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Endamê Şanda Kurdî Dr. Selah Derwêş li ser çûna şandeyê a Şamê û destpêkirina dan û standinan ên bi Hikûmeta Sûriyeyê re diyar kir ku ji bo guftûgokirina pirsgirêka Kurdan ew dê piştî Cejna Qurbanê ji Şamê bixwazin ku demekê ji wan re diyar bikin û got:

"Piştî Cejna Qurbanê em dê daxwaza xwe ji wan re bişînin û ew dê bersivê bidin me. Kengî bersiv dan me ku ew hazir in, berê me dikeve Şamê dem diçin."

Derbarê kanalên pêwendiyê yên di navbera Şandeya Kurdî û Hikûmeta Sûriyeyê de jî Selah Derwêş da zanîn ku heta niha di navbera wan de ti kanalên pêwendiyê çênebûne.

Her wiha Selah Derwêş got ku ew dê raste rast daxwazê ji Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bikin.

Li ser daxwazên Kurdan ên ku dê ji Şamên bên kirin jî Selah Derwêş got ku pelekî wan ê daxwazan ya ku bi awayekî hevbeş hatiye amadekirin heye.

Her wiha Selah Derwêş da zanîn ku yek xalên daxwaza wan ew e ku divê Sûriye ne Sûriyeyeke navandî be divê Sûriyeyeke nenavendî be û Kurdan li ber çav bigire û mafên wan di destûrê de cih bigirin û bên parastin.

Li aliyê din Derwêş da zanîn ku piştî hevdîtina Şandeyê Kurdî ya li Şamê dê lijneyên wekî hiqûqî, siyasî û aborî bên avakirin.

Her wiha Derwêş tekez kir ku Şandeya Kurdî dê mijarên leşkerî gotûbêj neke, dê HSD mijarên leşkerî gotûbêj bike.

RUDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin