Endamê Parlamentoya Ewropayê serdana Rojava kir

 Endamê Parlamentoya Ewropayê serdana Rojava kir

.

A+A-

 Endamê Parlamentoya Ewropayê Javier Nart serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya.

Hat diyarkirin ku Javier Nart bi berpirsên Rêveberiya Xweser re rewşa navçeyê gotûbêj kir.

Roja Çarşemê 1ê Hezîrana 2022an, Javier Nart, Endamê Parlamentoya Ewropayê û Endamê Komîteya Karûbarên Derve û Berevaniyê li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi Hevserokê Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer re civiya.

Li gor medyaya Rêveberiya Xweser, her du aliyan prosesa siyasî li Sûriyê û rêyên bidawîanîna krîzê gotûbêj kirine.

Ebdulkerîm Omer teqez kiriye ku çareseriya siyasî ya demokratîk û diyaloga avaker bingeha projeya Rêveberiya Xweser in ji bo avakirina Sûriyeke demokrat.

Javier Nart diyar kir ku divê hikûmet û dewletên Ewropayê bi berpirsiyarî li hember welatiyên xwe yên di nav çekdarên DAIŞê û malbatên wan de rabin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin