
Endamê MSDê: Armanca serdana Şamê cîbicîkirina rêkeftinên berê û parastina mafên Kurdan e
.
Endamê Civata Giştî ya MSDê derbarê armanc û naveroka serdana şandeke Rêveberiya Xweser bo Şamê de aşkere kir, armanca sereke ya vê serdanê, cîbicîkirina xalên rêkeftinên berê û danûstandin ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî ye.
Biryar e şandeke Rêveberiya Xweser roja 30î Gulanê bi Şamê. Di vê derbarê de Endamê Civata Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ebdulwehab Xelîl îro 28ê Gulanê ji K24 re axivî û got: “Ev serdan di çarçoveya "rêkeftina 10ê Adarê" de ye ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de hatibûn kirin.
Herwiha got: "Ji bo cîbicîkirina xalên rêkeftinê, ev şand berê xwe dide Şamê." Li gorî Xelîl, şand dê ji aliyên aborî, rêveberî û leşkerî pêk bê û dê li ser mijarên wek "danûstandinên baştir û bileztir, avakirina lijneya neftê û pêşxistina karûbarên li ser asta Sûriyê" raweste.
Endamê MSDê herwiha amaje pê kir, ev serdan ji bo şopandina xalên rêkeftinê yên ku di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de pêk hatibûn e, ku hin ji wan xalan wek mijarên "Taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd, Bendava Tişrînê û rêveberiyeke hevbeş ji bo kampan hinekî dereng ketibûn.
Derbarê helwesta aliyên navneteweyî de, Xelîl diyar kir ku piştgiriyeke navdewletî, bi taybetî ji aliyê Amerîka û Fransayê ve, ji bo danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de heye. Herwiha bal kişand ser "rola Serok Barzanî di piştevanîya Kurdên Sûriyê de" û got ku ew vê yekê bi girîngî dibînin û hêvî dikin ku hevahengî di navbera şanda Rêveberiyê Xweser a ku diçe Şamê û şanda Kurdî de hebe.
Xelîl di dawiyê de got, "Pêwîst e Kurd yek bin, yek helwest bin û bi yek stratejî û yek daxwazê li hember aliyên din derkevin, da ku karibin mafên xwe bi dest bixin."
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin