Encûmena Wezîran plana niştimanî ya mafên mirov a sala 2021-2025an pesend kir

Encûmena Wezîran plana niştimanî ya mafên mirov a sala 2021-2025an pesend kir

.

A+A-

Bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro çarşemê 15ê Îlona 2021ê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîna xwe ya heftane encam da.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bal kişand ser amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û tekez kir ku divê helmeta bangeşeya hilbijartinan, bi awayekî aram û medenî û dûrî hevşikandinê birêve biçe. Herwiha destnîşan kir ku ev hilbijartin, ji bo wê yekê ye ku nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdayê dakokî li berjewendiyên giştî û maf û şayesteyên xelkê Kurdistanê bikin û divê milmilanî û rikeberiya navbera partî û aliyên Kurdistanî jî, bi arasteya berevanîkirina pirsên niştimanî û mafên gelê Kurdistanê be.

Encûmena Wezîran tekezî li girîngiya rola bêalî ya saziyên îdarî û ewlehî yên Hikûmeta Herêmê û medya û rêxistinên civaka sivîl kir ji bo serkeftina proseya hilbijartinan li gor yasayan, bi awayekî ku divê armanca sereke ya hemû partî û aliyên Kurdistanî ew bibe ku li Bexdayê bi hev re dakokî li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û berjewendiyên bilind ên xelkê bikin.

Piştre ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û wezîrên pêwendîdar, pêngavên cîbicîkirina çend biryarên Encûmena Wezîran hatin pêşkêşkirin, ku li ser qedexekirina sîmkartên bê zanyarî û encamên lêkolîna li ser kalîteya ardê hawirdekirî ji derveyê Herêma Kurdistanê ji aliyê xurek û tendirustiyê ve bû.

Beşeke din a civînê, taybet bû bi biryardana li ser reşnivîsa "plana niştimanî ya Herêmê ji bo mafên mirovan 2021 – 2025" ku di civîna berê ya encûmenê de hatibû pêşkêşkirin, di vê civînê de bi piraniya dengên Encûmena Wezîran hat pesendkirin û wezaret û aliyên pêwendîdar hatin erkdarkirin ji bo cîbicîkirina vê planê û agahdarkirina Encûmena Wezîran li ser pêşveçûna cîbicîkirina planê bi arasteya pêşvebirina mafên mirovan li Herêmê.

Di dawiya civînê de Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê Dana Ebdulkerîm reşnivîsa "Peyrewa sindoqa piştevaniya geşepêdana rêyan li Herêma Kurdistanê" pêşkêş kir. Ev reşnivîs ji aliyê Wezareta Avakirin û Niştecîkirinê bi hemahengiya wezaretên pêwendîdar ve hat amadekirin.

Encûmena Wezîran tevî tekezkirina li ser girîngiya pêşvebirina rêyan, biryar da ku wezaretên pêwendîdar di nava mehekê de, pêdaçûneke zêdetir di reşnivîsê de bikin ji aliyê qanûn û teknîk û darayî ve, li ber ronahiya wan têbînî û nêrînên ku hatine pêşkêşkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin