
Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê: Şamê daxwaza hevdîtinê kir
.
Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ragihand ku hikûmeta Şamê daxwaza hevdîtineke din kiriye û ew dê beşdarî civîna îro bibin.
Piştî şer û pevçûnên di navbera çekdarên hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Ewlehiya Hundirîn ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşfrefiyeyê agirbest hat ragihandin.
Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ragihand ku herdu tax hîn jî dorpêçkirî ne û rêbendên axê nehatine rakirin, lewma daxwaza sereke ya wan di hevdîtina îro de dê rakirina wan rêbendan be.
Hêvîn Silêmanê aşkere kir ku hikûmeta Şamê dixwaze her du taxan kontrol bike lê ev yek ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.
Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê tekez kir ku pêwîst e hikûmet li gorî Peyaman 1ê Nîsanê tevbigere lê ew bawer nakin hikûmeta Şamê ji bo pêkanîna wê peymanê cidî be.
Hêvîn Silêman derbarê rewşa dawî ya ewlehiyê jî de axivî û da zanên ku şevê din şer di asteke herî bilind de li dijî sivîlan hatiye kirin û wan tenê parastin kiriye.
Li gorê gotina Hêvîn Silêmanê komên çekdar ên hikûmeta Şamê dixwestin heman komkujiyên li Siwêda û beravên Sûriyeyê pêk anîne li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî pêk bîne.
Bûyeran çawa dest pê kir?
Taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê doh ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatin dorpêçkirin.
Komên çekdar û hêzên hikûmeta veguhêz doh saet di 17:00an de hemû rêyên têketin û derketina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê girtin û derdora taxan dorpêç kirin.
Hêzên hikûmetê paşê bi dronan êrişî xelkê kir û hewl da bi çekên giran bikevin nav her du taxan.
Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li hemberî vê dorpêçê bangî şêniyan kir ku dakevin qadan.
Bi hezaran xelk li dijî komên çekdar daketin kolanan û çekdaran bi gaza rondikrêj û avê êrişî xelkê sivîl kir.
Çekdaran piştî bi demekê bi çekên giran gule li xelkê reşandin.
Êrişî xwenîşanderan hat kirin
Hêzên hikûmeta veguhêz bi gaza îsotê û guleyan êrişî xwenîşanderên sivîl kir. Hat ragihandin ku tenê ji ber gaza îsotê 25 kes rakirin nexweşxaneyê.
Piştre, pevçûn dijwartir bûn. Hêzên hikûmetê hewl da bi tank û wesayîtên zirxî ji çar aliyan ve êrişî taxan bikin.
Li aliyê din, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ku girêdayî Meclisa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bersiv da êrişên komên çekdar û pevçûn derketin.
Di dema hewldana ketina taxan de wesayîtên zirxî yên hikûmetê pêl li çend kesan kirin.
Bîlançoya şer
Yek ji Birêvebirên Nexweşxaneya Xalid Fecirê Mihyedîn Hemo, ji Rûdawê re got ku di êrişan de kesek hatiye kuştin û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûne. Hemo da zanîn ku rewşa yek ji birîndaran giran e.
Piştî ku hêzên hikûmetê di saetên derengiya şevê de ji derdora her du taxan vekişiyan, şer rawestiya.
Endamê Encûmena PYDê yê Helebê Mihemed Emîn Elîko jî ji Rûdawê re got ku niha li her du taxan "bêdengiyeke bi tirs" heye.
Elîko da zanîn ku îro ji bo ragihandina agirbestê dê gereke din a dan û standinan were lidarxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin