MB Boskan

MB Boskan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Encamên Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî

A+A-

Baran Boskan

Prosedura du salan e ku amadekarîyên vê yasayê ku berpirsiyarên Tirkîyê wek “Çerçeve Yasasi” binav dikin ji alîyê raya giştî ve zelal e.

Aktorên vê pêvajoyê yên li ber çav Serokê MHP Devlet Bahçelî, Serokê PKK Abdullah Ocalan û Serokê Ak Partî û Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan in. Li paş derîyan çi tên peyivandin, çi plan û proje tên amade kirin ne zelal e.

Lê her yek ji alîyên xwe ve navekî li vê projeya tarî dike; Projeya Tirkîyeya bê Teror, Projeya Herêma bê Teror,  Projeya Komara Demokratîk, Projeya Avakirina Neteweya Demokratîk, Projeya Çareserîyê, Projeya entegrasyona Demokratîk, Projeya Rista Komunal, Projeya Hemwelatîya Wekhevî û hwd. Di nava van du salan de, bi şîrove û nirxandinên cûrbicûr, çi di nava neteweya kurd de û çi  dinav neteweya tirk de serkêjîyek bi zanatî û bi planekî kûr ve karekî nelirê hat domandin. Her alîyekî bi hezaran civînên îknakirinan pêkhanîn, lê tu carî naveroka projeyê nehanîn rojevê her veşartî hîştin.

Tişta diyar û berbiçav ev e ku alîyên berpirsiyarên Tirkîyê, bê şaşî dibêjin Pêvajoya Tirkîyeya bêteror, Abdullah Ocalan jî dibêje; di banga xwe ya 27 Sibata 2025 an de ku alîgirên wî vê bangê bi MANÎFESTO diyar dikin de; ji bona kurdan, dewlet, federasyon, otonomî, heta daxwazên çandî jî nabe; vana xwestekên neteweperestîya tûj in, bi sosyolojîya civakê re nelihev in.

Balkêşîyek din ya girîng jî ev e ku Abdullah Ocalan di hevdîtinan de diyar dike ku Îsraîl dixwaze suikast li wî bike û wî bukuje! Di hevdîtinan de berpirsê Dewletê (her kî ye) dibêje, ji ber vê jî em ji bona parastina te, tedbîrên taybet û girîng digirin. Her weha di van hevdîtinên vê demajoyê de Abdullah Ocalan qet daxwaza ji Girava Îmralîyê derketinê nake. Ji xwe em dizanin roja ku Abdullah Ocalan derketîye sahnê heta niha armanca wî ya herî bingeh parastina kesî ya wî bû ye!

Gotina “Çerçeve”, em dizanin di xebitandina civakî û dadwerîyê de, bi wateya sînorkirina dorpêçê ye û ev peyva kurdî, di zimanê tirkî de jî bi vê wateyê cîh girtîye. Ji ber vê jî, Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî bi “Çerçeva Yasasi” binav dikin.

Alîyê vê yasayê ku: hukumet, hemû partîyên piştgirê vê yasayê, Abdullah Ocalan û hevalbendên xwe; PKK terorist binav dikin û dipejirînin. Li dor sed hezar kuştî, bi hezaran gundên wêrankarî, bi milyonan koçberkirîyên kurd jî terorist û hevalbendên terorê tên pejirandin. Ev neheqîyek e, bêrûmetîyek e.

Di vê pêvajo û yasaya çerçeve ya12 xalî, bi yek gotinî behsa navê kurd, zimanê kurd tune ye.

Bêguman berdana kesên ji ber gotin û helwestên xwe yên siyasî, çekdanîna PKK û bêyî pirsgirêk zivirîna çekdaran, zivirîna koçberên siyasî kiryarek baş e û gereke bê piştgirî kirin.

Lê di vê yasayê de tişta herî balkêş û girîng ev e ku yasa Biryarên Dadgehan yên berya 2005 an li xwe nagire!! Gelo Çima?

Di prosesên derkirina yasayan de, li Tirkîyê yasayên taybet ji bona kesan nikare derkeve. Gava yasayek weha derkeve, wê were îptal kirin. Gava Abdullah Ocalan ji Grava Îmralî derkeve, li ku derê bimîne jî wê jîyana wî di nav metirsîyê de be. Ev çi ji ber kiryarên wî be yan jî ji propagandayê dewletê heta îroyin be! Ji ber vê jî, Rêya parastina jîyana Abdullah Ocalan bi mayina Girava Îmralîyê ve girêdayî ye!

Ji ber vê jî gava vê yasayê biryarên Dadgehên yê berya dema cezabirrîna Abdullah Ocalan bûna, gerek dibû ku ew ji Girava Îmralî ya bi ewle derketana û ewlekarîya jîyana wî nemana! Tevî ku wê gelek hevalbend û murîdên wî nekevin ber vê yasayê jî, Abdullah Ocalan û Dewleta Tirkîyê ji bona parastin û garatîkirina jîyana wî sînorkirina 2005 an danîn! Li şûna wê li Giravê prosedurek asanîya têkilî û tevgerê amadekirin wê pêkbînin.

Lê  ev ji bona Tirkîyê asanîya planek din jî di nav xwe de bicî dike. Bi rêya wan kadroyên PKK yên li derveyî vê yasayê dimînin gava di alozîyên şerê ku li Herêma Naverast (Rojhilata Navîn) didome de bi taybetî Li Kurdistana Rojhilat yan jî perçeyên din yên Kurdistanê rewşek nelihesab derkeve û pêwistî were dîtin karibin bi asanî rêya têkdanê amade bikin jî pêwistî pê heye! Bi kevirek du çûk!

Bêguman ji bona em kurd karibin pêşîya van dekûdolaban bigirin yan bandora wan li ser netewe û welatê xwe kêm bin, pêwistîya me çi li her parçeyek û çi li seranserê welat be; bi xwurtkirin û pêşde birina yekîtî û yekrêzîya navmala xwe heye!

11-08-2026

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin