Encamên destpêkê: Li kîjan bajarî çend xwendekaran dersa Kurdî hilbijartin?

Encamên destpêkê: Li kîjan bajarî çend xwendekaran dersa Kurdî hilbijartin?

.

A+A-

 Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dema serlêdan û tomarkirina navan ji bo dersên bijarde duh 7ê Sibatê bi dawî bû. Encamên destpêkê yên tomarkirina li dersa bijarde ya Kurdî hatin ragihandin.

Kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî ku di 3ê Çileyê de destpê kiribû heta 7ê Sibatê berdewam kir û xwendekarên polên 4-5-6-7 dikaribûn dersên zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî hilbijêrin.

Îsal ji bo dersa bijarte ya Kurdî kampanyayeke berfireh hat meşandin û gelek siyasetmedar, tevger, platform, weşanxane, rêxistinên sivîl, kesayetiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî beşdarî kampanyayê bûn.

Li gorî çavkaniyên ku zanyarî dane Rûdawê, hejmara xwendekarên ku dersên Kurdî hilbijartine wiha ne:

Li du dibistanên Agiriyê 588 zarokan navên xwe tomar kirine

Li pênc dibistanên Êlihê 1445 zarokan navên xwe tomar kirine

Li dibistaneke Bedlîsê 32 zarokan navên xwe tomar kirine

Li 14 dibistanên Amedê 3265 zarokan navên xwe tomar kirine

Li çar dibistanên Colemêrgê 1045 zarokan navên xwe tomar kirine

Li 11 dibistanên Mêrdînê 2616 zarokan navên xwe tomar kirine

Li dibistaneke Mêrsînê 450 zarokan navên xwe tomar kirine

Li dibistaneke Sêrtê 335 zarokan navên xwe tomar kirine

Li du dibistananên Rihayê 287 zarokan navên xwe tomar kirine

Heta niha zêdeyî 10 hezar kesan serlêdan kirine 

Li gorî zanyariyên heta niha ketine destê Rûdawê tenê li 39 dibistanan bi giştî 10 hezar û 63 xwendekar dersên Kurdî hilbijartine.

Li gorî sîstema xwendinê ya dersa bijarte ya Tirkiyê, eger 10 xwendekar daxwaza dersekê bikin, poleke taybet ji wan re tê vekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin