ENAG: Enflasyona salane bi rêjeya %114.87 bilind bûye

ENAG: Enflasyona salane bi rêjeya %114.87 bilind bûye

.

A+A-

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona mehane di Çileya 2022ê de bi rêjeya %11.10 û ya salane jî bi rêjeya %48.69 bilind bûye. Lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) berovajiya TUIKê ragihand ku rêjeya enflasyona mehane %15.52 û ya salane ji %114.87 e.

TUIKê, enflasyona meha Çileya 2022ê eşkere kir. Li gor Saziya Amarên Tirkiyê, enflasyona salane ya Tirkiyê di meha Çile de li gor sala borî bi rêjeya %48.69 bilind bûye. Herwiha di Çileyê de enflasyona mehane jî %11.10 zêde bûye. Lê li gor amarên ENAGê enflasyona salane di meha Çile de li gor sala  borî bi rêjeya %114.87 û enflasyona mehane jî %15.52 bilind bûye.

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nureddin Nebati îro 3ê Sibata 2022ê berî amarên enflasyonê bên eşkere kirin diyar kiribû ku ew li bendê ne enflasyona Tirkiyê di Nîsana 2022ê de di jêr %50 de bilind bibe û rêjeya %50 nayê derbas kirin.

Li gor van amarên hatine eşkere kirin di navbera amarên TUIK û ENAGê de ferqeke cidî heye û ev yek jî gumanê çêdike. Piraniya caran saziyên serbixwe û opozisyona Tirkiyê jî amarên ku TUIK dide rast nabînin û dibêjin li gor xwesteka desthilatê amaran belav dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin