Emîne Şenyaşarê dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir: ‘Em dawî li vê bêedaletiyê bînin!’

Emîne Şenyaşarê dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir: ‘Em dawî li vê bêedaletiyê bînin!’

.

A+A-

 Emîne Şenyaşar a ku bi salan çalakiya “Nobeta Edaletê” li Rihayê meşand par çalakiya xwe bir Enqereyê û ji ber emeliyatê çalakiya xwe rawestandibû lê dîsa dest bi çalakiya xwe kir.

Ferît Şenyaşar derbarê çalakiyê de got, “Edaleta ku dayika min lê digere ji her kesî re ye. Edaleta ku em lê digerin dê rojekê ji her kesî re pêwîst be.”

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê 14ê Hezîrana 2018an hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê ji aliyê zêrevan û xizmên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Kurê wê Ferît Şenyaşarê ku niha Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) yê Rihayê ye di bûyerê de birîndar bûbû.

Piştî wê bûyerê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Dadgeha Rihayê dest bi “Nobeda Edaletê” kir.

Piştî hilbijartinên Gulana 2023yan dema ku Ferît Şenyaşar bû parlementer wan çalakiya xwe veguhast ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê.

Roja 26ê Tîrmeha 2023yan di roja 49an a çalakiyê de Wezîrê Dadê bi malbatê re hevdîtinek kir û piştî hevdîtinê wan çalakiya xwe rawestand.

Lê îro Malbata Şenyaşaran li Parlamantoya Tirkiyeyê bi civîneke çapemeniyê ragihad, ji ber ku Wezîrê Dadê sozên xwe bi cih neanîne ew dê dîsa dest bi çalakiya xwe ya li ber Wezareta Dadê ya ‘Nobeta Edaletê’ bikin.

“Edaleta ku dayîka min dixwaze ji her kesî re ye”

Ferît Şenyaşar di daxuyaniyê de ragihand ku dayîka wî Emîne Şenyaşar ji Wezîrê Dadê daxwaz kiriye ku kurê wê yê nêzîkî 6 salan e girtî ye were berdan.

Wezîrê Dadê jî ji wan re gotiye ku tiştê bi serê malbata wan hatiye neheqî ye û ji wan xwestiye hinekî bi sebir bin.

Li ser daxwaza Wezîr emeliyata Emîne Şenyaşara  ku dihat bipaşxistin hatibû kirin.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku ti gav nehatin avêtin û anî ziman:

“Axaftina telefonî ya ku Fadil Şenyaşarê di girtîgehê de hefteyê carekî bi malbatê re dikir jî kir 15 rojan carek.”

Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar herwiha da zanîn:

“Ji ber wan sedeman em dê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li ber Wezareta Dadê berdewam bikin û em dê fitara xwe roja yekem a Remezanê li ber wezaretê bixwin.

Edaleta ku dayîka min dixwaze ji her kesî re ye. Edaleta ku em lê digerin dê rojekê ji her kesî re pêwîst be. Em li vê tekoşîna dayîka mafdar xwedî derkevin. Em bi hev re dawî li vê bêedaletiyê bînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin