Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim

Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim

.

A+A-

Emîne Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de axivîye û wiha gotiye: “Ev bû 2 sal em li pêşiya edliyeyê ne. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 816an de dewam kiriye.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.    

Emîne Şenyaşarê di danê sibehê de ji mala xwe ya li Pirsûsê çûye ber deriyê Edliyeya Rihayê û li pêşiya derenceyan dest bi Nobeta Edaletê kiriye.

Di çalakiyê de pankarta “Edalet” hatiye vekirin. Şenyaşarê di çalakiyê de wiha gotiye: “Ev bû 2 sal em li pêşiya edliyeyê ne. Bi ser re demsal derbas bûn. Di hundirê nexweşxaneyê de mirov kuştin. Dibûya ku ez jî bihatima kuştin. Li pey wan gelek zarokên biçûk man. Tevî nexweşiyên xwe jî ez li vir rûdinim. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim.”

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin